Sîpan ŞÎNDA
Seydigo seydevano
Biçûka, tifalo dilovano
Dengbêjo bilûrvano
De şal û şapik ji bergizê van nêriyano
Ay lê bavê te kor bibe ji herdû çavano
Ay lê bavê te çawe biçe nava herdû zeriyano
Strana Kurdî, ne tenê dîroka Kurdan di hindirê xwe de dihewîne, ew serhatî û serbûriyên jiyana civakê, irf û edetên civakê, travma û trajediyên civakê ji vedibêje. Irf û edet, weke hemû civakan, ji bo civaka Kurd ji têkiliyên civakê yên bingehînin. Zagonên civakê ne. Strana Kurdî gelik caran van irf û edetan vedibêje. Strana Kurdî gelik tiştan bi awayekî hunerî vedibêje. Herweha gelik dilnazike. Dibe kû cara yekem guhdar kirina strana Kurdî li hinek Kurdan balkêş neyê. Lêbelê dema mirov du, sê caran baş guhdarî strana Kurdî bike, êdî mirov dibe heyranê wê. Ew dilovanî, nazdariya strana Kurdî, mirov sermest dike. Mirov ji bi wê re dilovan û dilnazik dibe. Ji ber kû ew evînê vedibêje. Strana Kurdî bi xwe ji dilê evîndaran derketiye. Ji nava dilê evînê hatiye. Dilê evîndaran paqije, nazike, kul ê! Tişta ji dilê evîndaran derbike ji weke nava dilê wan pake. Hûnandina trajedî û travmayên civakî ji rastiyeka strana Kurdî ye. Pitirê xwe trajediyên evînê û evîndaran vedibêje. Lê gelik caran ji trajediyên civakî ji vedibêje. Mînak strana Kewgîro, Sînem, Hesamê Axê, Sahîno, Sewdaliyê… Ev stranên henê her yekê çîrokek, trajediyek ya wan heye. Lê dengbêjan bi miqamek welê nazik û dilovan gotine, dema mirov guhdariya van strana dike dilê mirov geş dibe. Trajediya evîndaran jiyayîne, bi awayê hostaya hûnerî hatiye hûnandin.
Strana Seydigo ji trajediyeke, lê ji ber kû bi hunerî û bi hostayî hatiye strîn, trajediya stranê dimîne di bin siya wê hunerê de. Dema dengbêj dibêj:
Diligê minê lê hê lê li ber felegê, diligê min evdalê xwidê min go îro li ber felegê
Ay lê hûnê hespa bînin zina bavên li ser kêlegê
Ay lê Seydigê min birîndare, ay xwidê kin hûnê bibin bajarê vê binxetê
Ay belê birîna Seydigê minê ji derba vê tifingê
Ay dîtina min û Seydigê min çû roja qiyametê
Weke xwiya dike, dengbêjî trajediyek bi awayekî hunerî vegotiye. Ka em guhdarî çîroka Seydigo bikin. Dibêjin Seydo haziriya daweta xwe dike. Bavê Seydo ji bo mêvanên xwe diçe nêçîrê pezê kovî. Du sê roj diçin bavê wî nazivire. Seydo ji dibêje eve bavê min nehat ka ez pêve biçim. Seydo bavê xwe diçe û lê dibe êvar. Ew ji pezkoviyekê dikuje. Li Seydo dibe şev. Skevtekê dibîne diçe têde. Lê ji serma îdare nake û bezkoviyê xwe dikevilîne û kevilê wî li xwe dike. Bavê Seydo ji demekê li wêdêre dibore dibîne eve pezkoviyek di wê şkevtêde mexel hatiye. Dibêje eve min nêçîra xwe dît. Tereq tifingekê lê dide dikuje. Dema diçe ser dibîne kû eve kurê wî Seydo ye. Dibêje wey min mala xwe xirakir. Paşe ji stran li ser tê gotin.
Xanîgê Seydigê mine ay lê li pişta cowê
Ay belê Seydigê min îro sere sê rojane zavaye hûnê xwidê kin bibin vê serşowê
Ay Seydigê min birîndare hûnê bibine bajarê vê Zaxowê
Ay xanîgê Seydigê minê ay lê li pişt mizgevtê
Ay belê min go deriyê odê ber bi aliyê vê qibletê
Ay lê dotmama reben di têde rûniştiye, weke horiyek ji va yên di bihiştê
Ay pîroz û bimbarek be, ay delalê xemla bîkaniyê çiqas li bejna te tê
Ay lê min go vê sibê giriyê teyr û tiyarên li serê çol û çiya, li halê min û te tê