Sunday, May 11, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xapandina Îdlibê

13/10/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Li Idlibê gelo şerê dewletan destpêdike?
Share on FacebookShare on Twitter

Ezîz KOYLUOGLU

Li Sûriyê kî çi dixwaze her ku diçe zelal dibe. Lê wê ya kê biserbikeve hê nezelal e. Dewleta dagirker ya Tirk û Rûs di 17’ê Îlonê de lihevkirin ku li Idlibê herêmek bêçek avabikin. Ji bo vê jî heta 15’ê vê mehê dem diyarkirin. Li gora vê lihevkirina herdû dewletên li Sûriyê dem dem şer dikin, wê komên radîkal ku gelek dewlet wan koman wek teror dibînin, wê çekên xwe yên giran qasî 20 km dûrî çeperên rejîma Sûriyê bixin. Dewleta tirk ya dagirker berî ev dema ku hatiye diyarkirin temam bibe, eşkere kir ku ev herêm hatiye avakirin û hemû çekên giran yên di destên komên çete ji herêma hatiye diyarkirin, derxistin e. Ev daxuyaniyên dewleta tirk ya dagirker heta niha nehatiye piştrast kirin.
Heyet Tahrîr Şam(Cephet El Nusra), Ceyş El Ahrar, Ceyş El Sunne, Liwa El Hak, Ensar El Din, Nûreddin Zenkî, Sûqûr El Şam, Ceyş El Mucahîdîn, Cephet El Şamiye, Festaqîm Kema Umîrte, Suwar El Şam, Ahrar El Şam, Hûrras El Dîn, Partiya Tirkmenî ya îslamî û gelek komên cûda li Îdlibê hene. Di heman demê de Feylaq El Şam, Ceyş El Nasr, Ceyş Îdlib Hur, Fewc El Ewel, Ceyş El Sanî, Ceyş El Nukba, Şuheda El Îslam Deraya, Firqa El Hurriye bi navê Eniya Rizgariya Netewî sîwanek avakir. Niha ev koma hemû di xeta îslama radîkal de ne û dixwazin li Sûriyê dewletek radîkal sunî a Îslamî ava bikin. Ew koman yekser bi El Qaîde yan jî DAIŞ’ê ve ne girêdayîbin jî, di pratîkê de ji hev necûdan e. Dewleta Tirk ya dagiker û dîktator Erdogan bi vê peymanê eşkere kir ku ew dikare fermanê bide hemû komên teror. Di bingeh de bi peymana Soçî nîşan da ku, ew serokê terorê ye.
Hêzên cîhanî jî destek dan vê rola Erdogan. Bi taybet Rûs ev rola Erdogan ya serokê terorê di berjewendiyên xwe de dît. Dewletên Yekbûyî yên Emerîka jî ji bo rola qaşo opozisyona rejîma Sûriyê bimîne û hebûna Cenev dewam bike, çavê xwe ji vê rola Erdogan ya serokatiya terorê digre. Lê dewletên Yekîtiya Ewropa dibêjin bes bila penaber neyên welatê me Erdogan çi dike bila bike. Lê ew nêzîkatiyên pragmatist li dijî serokatiya Erdogan ya terorê dem kurt in.
Rûs wê herêma bêçek ji bo xwe wek nefesek li Sûriyê dibîne. Li gorî xwe rolek wiha weke serokê terorê daye Erdogan ku terorîstên xwe ji nav bibe. Niha di nava komên çete ku pişta xwe dane Erdogan û hêvî dikirin ku wê Erdogan herî kêm wan bike şirîkê dewleta Sûriyê ya pêşeroj û bi demê re dewletê bidest bixin. Lê bi ew bi peymana Tirkiye û Rûsyayê re ketine nava bêbaweriyekî cidî. Li dijî Erdogan dudiliyekî cidî dijîn. Lihemberî vê dudiliyan wan koman, serokê terorê Erdogan û dewleta wî ya dagirker ji bo ev dudilaya wan koman ji holê rabike çekên pêşketî dide wan koman û di bin parastina xwe de amadekariyên şerekî dem dirêj li Îdlibê dike.
Rûs ji rejîma Sûriyê re dibêje ev peymana bi dewleta Tirk li ser Idlibê hatiye kirin dem kurte û wê di encam de Îdlib bikeve bindestê te. Çewa komên çete ji siyaseta Erdogan bi gumanin, rejîma Sûriyê jî diyar dibe ku ji siyaseta Rûsya bi guman e. Lewra çawa Erdogan çeteyan ji bo berjewendiyê xwe bikartîne, Rûs jî rejîma Sûriyê ji bo berjewendiyên xwe bikartîne.
Xapandina li ser Îdlibê dem kurt e. Herêma bêçek ku tê gotin bi kişandina çend tankên xerabe yên çeteyan nayê wateya ev herêm bêçek kirin. Kî kê dixapîne û di encama vê xapandinê de wê kî wenda bike di demeke nêzîk de wê xuya bibe. Lê di encamê de ji lihevhatinê zêdetir, şerekî dijwar li pêşiya vê xapandina Îdlibê heye.

Post Views: 35
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin

11/05/2025
‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’
NÛÇE

‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’

11/05/2025
‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’
JIN

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

11/05/2025
Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê
JIN

Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê

11/05/2025
Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû
CIVAK Û JIYAN

Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû

11/05/2025
PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ
HAJMARA PDF

PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ

11/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.