Idrîs HENAN
Tabloya dawî ya aloziya Sûriyê diyar dike ku riya çareseriyê, ji ber lihevketin û tevliheviya berjewendiyan hîna dûr e. Berjewendiyên hêza hegemon li aliyekî û yên sîstemên destpot ên herêmî di nava nakokiyên kûr de ne. Li gorî pêşketinan xuyaye wê rengên vê tabloyê di demên nêz de hê zelaltir bibin. Lê tişta tekez ew e ku, mayîndekirina dagirkirina dewleta Tirk ji axa Sûriyê re tê wateya ku herêm ber guherînên ceostratejîk ên cidî ve diçe. Her wiha nexşeyên li Rojhilata Navîn û sîstemên destpot wê rûbirûyî guherînên bingehîn ên gewre bin. Itîfaqên Rûs-Tirkiyê yên derbarê avakirina herêmeke bê çek li Idlibê, daxuyanî û pratîka herdu aliyan li ser erdê dîmenên vê tabloya kirêt a temenê aloziyê li ser hesabê gelên Sûriyê dirêj dike, diyar dikin. Ango li gorî mercên objektîv ên ku tabloya nû destnîşan dike û lihevketina berjewendiyan, wê şerê cîhanê yê sêyemîn bi hevalbendîtî û lihevkirinên nû bê birêvebirin.
Hemû ziraviyên vê tabloyê ne bi itîfaqa Idlibê, bi dagirkirina Efrînê re diyar bûn. Dagirkirina Efrînê rê li ber vê itîfaqa Rûs-Tirkiyê vekir. Ji be vê jî her me digot, wê rewşa li Sûriyê û herêmê berî dagirkirina Efrînê û piştî wê weke hev nebin. Efrîn di destnîşankirina bijardeyên şer û aşîtiyê de li Sûriyê enerjiya mekanîk e. Ji ber ku li Efrînê hêza ku li ber xwe dida, tekane hêza ku terora cîhanî têkbiriye hebû. Berxwedana Serdemê jî lûtkeya enerjiya wê hêzê li hemberî jêdera terora cîhanî dewleta faşîst a Tirkiyê bû. Ev tişt tevî ku di heyameke bêdengiyê de pêk hat, lê dunya ne kor bû û dît ku çawa hêza Efrînê dikare terazûyên heyî biguhere. Encam jî tabloya ku dîmenên wê îro çi li Idlibê û çi li dora Minbicê zelal dibine ye. Dema ku serokê sîstema çete Erdogan gotin û daxuyaniyên xwe derbarê Minbic û herêmên derodorê de derew derdixîne, ne nêzîkatiyeke badilhewa ye. Li piş wê zexta Berxwedana Serdemê heye. Dibe ku bê pirsîn; Berxwedana Serdemê li wir çi dike? Berxwedana Serdemê ya ku xwe dispêra çanda Efrînê ya resen, çawa di qonaxa xwe ya yekemîn de isbat kir ku hêza civaka hevgirtî dikare li hemberî tekînîka herî xort a dunyayê bi îradeya xwe ya tazî li ber xwe bide, di qonaxa xwe ya duyemîn de êdî bûye malê tevahî Sûriyê, herêm û cîhanê. Li ku dera Sûriyê dagirkerî hebe li wir Berxwedana Serdemê heye. Tekane bijardeya gelên Sûriyê li hemberî çilekiyên hêzên derve riya ku Berxwedana Serdemê xêz kiriye ye. Ancax bi vê rêbazê axa Sûriyê û hevgirtina civakî li Sûriyê bête parastin. Derveyî vê xeta han di tonelên berjewendiyên neyar û dagirkeran de vegevizandin e.
Ji bona ku projeya dagirkeran di xêzkirina vê tabloyê de pratîk bibe, bi dagirkirina Efrînê û qirkirinên çandî û fîzîkî re dewleta Tirk hêvî dike rê li ber projeya gelan a xweseriya demokratîk bigire. Ger nikaribe, bi kêmanî proje serguha nebe û mafên etnîsîte û pêkhateyên li Sûriyê neyên naskirin. Hewldanên faşîzma Tirkiyê yên tirkkirina Efrînê û tevahî xeta Cerablus-Idlib û kiryarên qirker ên qelandina koka Kurd li Efrînê, vê metirsiya Tirkiyê û Erdogan ji hêza Berxwedana Serdemê destnîşan dike. Diyare wê merc û tabloya ku Berxwedana Serdemê bi xwe re biaferîne, hesab û şiklê itîfaqan jî biguhere. Wê li gorî mercên şoreşgerî yên ku nûnertiya vîna gelan dikin, terazûyên hêzê li Sûriyê û herêmê bên destnîşankirin. Derveyî vê yekê, hewldanên têkneçûyînê ne.






