Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Payîz mizgîniya jiyanekî nû ye

13/10/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Xakurk
Share on FacebookShare on Twitter

Binevş SARYA

Li mezobotamiya yê xweza xwe bi çar demsalan dixemlîne û her demsalek bedewiya xwe ji ya din re dike xelat û bi xatirekî dem kurtî ciyê xwe ji ya din re dihêle. Di welatê me de yanî li Kurdistanê zivistanên wê sar û dijiwarin. Janên zivistanê bi mirovan didin zanîn ku wê li peyê wê biharekî xweş û pir rengi were. Ger zivistanên me nerm û bê berf u baran bibuhurin ru keniya li ser ruyê her kesî kêm dibe wî demî dizanin ku wê biharekî bê rengi û temen kurti were. Ji bo wê barîna berfa zêde li welatê me coşa dide dilê her candarê vî welatî. Zivistan bi rengê sipî hemu deverê dipêçe û mizgînîya rojên xweş dide hemu candarên di nava xwe de. Zivistan du caniya biharê bi awayekî herî xurt dijî. Di meha Sibatê de zayina biharê dibin sanciyên herî dijiwar di rehma mehên zivistanê de.
Adar bi zayîna yekem bedewiya biharê dike xelati ji zarokên xwe re û dibe hêviya bedewiyê ji hemu candaran re. Bihar xwe bi rengên jiyanê dixemilîne ji bo mizgîniyê bide çiyayên bilind hemu rengên xwe li ser baskên perperîkan nexiş dike û perperîk bi bedewiya azadiyê berê xwe didin çiya û newanlên dur bêhina biharê li hemu deveran belav dikin. Her demsal dibe mizgîni ji demsala din re. Zivistan ducaniya xwde biharê dizê bihar hemu zarokên ku aniye jiyanê teslîmî havînê dike ji boyî wana li ber germahiya rokê mezin bike û bi temenekî herî destdayî bike bedewiya bejna payîzê. Havîn di hemu wextande zarokên xwe dixemilîne ji bo kirasê payîzê li xwe bikin û bibin xemla rengên payîzê. Payîz bi bêhineka fireh li benda xemla xwe dimîne. Bi bedewiya dilê xwe dibe xelata hersê demsalên din. li van welatan jiyîn û evîndar ne buyîn ne di destê mirovandaye. Di payîzêde her rengek ji rengên din hîn bedewtir û narîntir xwe berdide nava kurahiya dilên mirovan. Welatê evîna rengan rengê evîna mirovan jî zêde dike.
Payîz weke navê xwe narîn û delale. Ji dildaran re yare, ji bilbilan re evîne. Di nava bedewiya payîzê de gerîla buyîn rengekî cudatir û narîntire. Ji me gerîlayan re di hemu demsalan de jiyan bi wateye. Her demsalek di dilên gerîlayan de xwedî wateyeki cudatir û bihatire. Di çiyayên Kurdistanê de jiyîn û evîndar nebuyîna xwezayê ne gengaze. her kilêya jiyanê de mirov evîndarê bedewiya bejn û bala demsalan dibe. Zivistan ji boyî gerîlayan ger zehmet be jî lê di heman demê de mizgîniya biharekî nûye. Her bihar jî dibe mizigîniya mehên havînê û havîn ji gerîlayan re dibe mizgîniya xemla payîzê. Payîzên çiyan naşibin tu payîzan. Di çiyande mirov hemu rengên xwezayê pir bi awayekî delal dibîne. Payîz hemu bedewiya demsalan di nava xweda kom dike û dibe sufreyek ji rengan û xwe radixe nava kurahiya dilên gerîlayan. Dema ku payîz tê gotin Gerîla tên bîra mirovan. Ji ber pirengiya gerîlayan û payîzê gelekî dişibe hevdu. Bi barîna barana payîzê re bêhna axê xwe ber dide nava dilê mirovan û ji koka gîyayan wateya temenên demdirêj ê jiyanê hêvîyên mirovan kurtir û bi watedartir dikin. Li ber peşkên baranê dinava, pelên zer buyî de meşîn coş dide dilê gerîlayan.
Her demsal wateyekî jiyanê dafirîne ji bo mirovan, ji hinek kesan re payîz pîrbuyîn û xwatir xwestina ji salêye. Ji hinek kesan re rengê qutbuyîna ji heve. Lê ji gerîlayanra rengê jiyanekî nu û pir rengiya civakane. Di payîzê de dema ku mirov li ber çemên mezin rudinê û bedewiya payîzê a ku dibe xemla xeyalên mirov dinêre di wê demê de dilê mirov jî bi wan pelan re li ser ruyê avê ber bi azadiyê ve diherike û digîje deryayên dilê hemu evîndarên heqîqetê. Çawan ku herçar demsal hevdu bi wate dikin û ji hevdu re dibin mizgîniya jiyanên nû. Bi heman awayî gerîla û payîz jî hevdu bi wate dikin û dibin xemla dilê hevdu.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.