Yekitiya Ciwanên Rojava YCR’ê bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya Til Temir meşek li dar xist.
Bi sedan ciwanên herêmê tev li meşê bûn.Ciwanan di meşa xwe de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa “Bi berxwedana li Îmraliyê em ê dagirkeriyê parçe bikin” hildan.
Meşa ciwanan ji ber navenda YCR`ê ya navçeya Til Temirê dest pê kir û li Taxa Şehîd Jînda Ronahî veguherî mitîngê.
Di mîtîngê de axaftin hatinkirin û hat destnîşankirin ku dewleta Tirk hewl dide gelê herêmê ku fikr û felsefeya Rêber Ocalan esas digire jê dûr bixe. Hat gotin ku ciwan ew ê xwe li dora Rêber Ocalan bikin xelekên ji agir heta ku azadiya wî azad bikin…ANHA