Rojnameya Ronahî

Hem hunerê û hem jî xizmetê dike

Jina bi navê Şînda Ehmê ji temenê biçûk de bi hunera destan mijûl dibe û got, “Keda destan gelekî pîroz e. Divê em li keda destên xwe xwedî derkevin.”
Şînda Ehmê ji temenê biçûk de bi hunera destan mijûl dibe û piştre bi vê hunerê debara xwe kir. Şînda ya ku bi keda destên xwe debara xwe dike got: “Ji dîrokê heta niha jinan her dem pêşengiya çand û hunerê kirine. Ez jî niha karê hunera destan dikim û di heman demê de debara xwe dikim. Ez hem debara xwe dikim hem jî ji hunerê re xizmetê dikim.”
Şînda ya 39 salî û dayika 3 zarokan got: “Ez lûfik, fanîle, papîk, êleg çê dikim û li sûka Qamişloyê difiroşim. Ez bi keda destên xwe zarokên xwe jî xwedî dikim. Ji ber ku ez bi keda destên xwe tiştên baş û xweşik çê dikim yên ku distînin jî girîngiyê didin vê yekê. Ji parastina çandê dema xizmet tê kirin ez bextewar dibim.”
Şîndayê bal kişand ser xwedîderketina keda jinê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Xebat ji bo mirovan wekî bazinekî zêr e. Keda destan gelekî pîroz e. Divê em her girîngiyê bidin xebatê û divê em li keda destên xwe xwedî derkevin. Ji dîrokê heta niha jinan her dem pêşengiya çand û hunerê kirine. Ez jî niha karê hunera destan dikim û di heman demê de debara xwe dikim. Ez hem debara xwe dikim hem jî ji hunerê re xizmetê dikim. Ez bang li hemû jinan dikim ku bi keda destên xwe li ser piyan bimînin û muhtacî kesî nebin.”…JINNEWS