Rojnameya Ronahî

Li Minbicê pêşketin roj bi ro zêde dibe

Piştî ku bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin geşbûn û tevgera li nava bajêr jî zêde buye.
Bajarê Minbicê ji aliyê QSD’ê ve ji bin dagirkeriya DAIŞ’ê hat rizgar kirin. Piştî ku bajar rizgar bû welatiyên Minbicê ji nû ve xwe birêxistin kirin û sîstema xwe ya xwe bi rêveberinê ava kirin. Niha li bajêr di her alî de bi taybet di aliyê kar û bazirganiyê de buye xwedî gelek derfet.
Rêveberiya Sivî a Minbicê piştî ku bajar rizgar bû roleke mezin di pêşxistina ewlehî û aramiya bajêr de lîst.
Sûkên bajarê Minbicê bi şêniyên herêmên cuda ên Sûriyê geş bûye. Her wiha ji ber aramiya bajêr qada avahîsaziyê jî bi pêş ketiye. Bi vê geşbûn û pêşketinê re gelek derfetên kar ji şêniyan re peyde dibin. Hejmareke mezin ji wan di saziyên sivîl de dixebitin, hejmarek din jî bi dilxwazî tev li parastina bajêr bûn û hinek jî di xebatên avakirina avahiyan de dixebitin.
Komîteya Kar û Barên Civakî û Xebitînê di dawiya mehê de 415 daxwaznameyên kar tomar kirine. Her wiha komîteyê ji nêzî 200 kesî re derfetên kar di nav saziyan de wekî karmend peyde kir.
Têkildarî mijarê cîgira Komîteya Kar û Barên Civakî û Xebitînê Fatme Miho diyar kir ku hejmara kesên ku komîteyê tomar kirine ji ber peydekirina derfetên kar zêde dibin. Komîte beşek diyarkirî di kar de dixebitîne. Komîteya Kar û Barên Civakî û Xebitînê li gorî asta xwendinê û cureyên pîşeyan, karker an karmendan erkdar dike.
Yek ji karkerên ku bi rêya komîteyê xebitiye bi navê Fayêz Ewad ê ji Minbicê wiha got: “Ez di warê avahîsaziyê de kar dikim û defetên kar zêde ne. Şert û mercên bajarê Minicê ji bo kesên ku dixwazin vegerin Minbicê guncaw in…ANHA