Rojnameya Ronahî

Armanca MSD’ê rizgarkirina herêmên dagirkirî ye

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li navçeya Dirbêsiyê ya herêma Cizîrê civînek ji rewşenbîr û parêzerên navçeyê re lidar xist. Di civînê de pişketinên dawî yên li Sûriyê hatin gotûbêjkirin. Hevseroka MSD’ê Emîne Umer da zanîn ku armanca sereke ya MSD’ê rizgarkriina Efrînê û herêmên dagirkirî ye.
Di çarçoveya kar û xebatên Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) de, li navçeya Dirbêsiyê ya herêma Cizîrê civînek ji rewşenbîr û parêzerên navçeyê re hate lidarxistin. Di civînê de hevseroka MSD’ê Emîne Umer û cîgirê Hevserokatiya Desteya Rêveber a MSD’ê Hikmet Hebîb û bi dehan rewşenbîr, parêzer û siyasetmedarên navçeyê amade bûn.Di civînê de Hevseroka MSD’ê Emîne Umer axivî û diyar kir ku armanc ji lidarxistina civînê ew e ku bi welatiyan re geşedanên dawî yên aloziya Sûriyê gotûbêj bikin û wiha got: “Em weke MSD’ê nêrîna xwe ya siyasî û derbarê çareseriya aloziya Sûriyê de zelal ji welatiyan re vedibêjin û em ê li gorî biryarên di konferansa sêyemîn de hatine standin tevbigerin.”
Emîne Umer da zanîn ku hemû dewletên destwerdana aloziya Sûriyê dikin hewl didin aloziyê li gorî berjewendiyên xwe çareser bikin û wiha dewam kir: “Evan dewletên destwerdana aloziya Sûriyê dikin naxwazin alozî were çareserkirin, ji ber ku berjewendiyên wan di dirêjkirina aloziyê de ye. Aliyê ku xwe weke opozîsyonê bi nav dike niha weke amûrekî di destên dewletên herêmî de ye û çeteyên DAIŞ’ê jî êdî li ber tunebûnê ne.”
Emîne Umer behsa rewşa dawî li Idlibê jî kir û wiha got: “Tabûrên terorîst ên li Idlibê, dema ku peywira wan bi dawî bibe ew ê jî bêne tunekirin. Tirkiye di Sûriyê de alîkariya terorê dike û gelek herêmên Sûriyê dagir kirine û aloziya Sûriyê kûrtir dike. Dewletên ku îdîa dikin ku şerê li dijî terorê li Idlibê jiyana welatiyan dixe metirsiyê, mixabin êrîşa artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê li dijî Efrînê ku heta niha destdirêjiya welatiyên Efrînê dikin, paşguh dikin.”
Emîne Umer da zanîn ku armanca MSD’ê ya sereke rizgarkirina herêma Efrînê û hemû herêmên ku dewleta Tirkiyê dagirkirine ye.
Hevseroka MSD’ê Emîne Umer di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku gelê Sûriyê dikare rêveberiya xwe bi xwe bike û bêyî ku daxwaza gelê Sûriyê pêk were ti carî aloziya Sûriyê nayê çareserkirin…ANHA