Rojnameya Ronahî

Cotkarên Eyn Îsa, îsal bi hêvî ne

Welatiyên gundewarên Eyn Îsa debara xwe pirranî bi çandina genim û ceh dikin. Îsal buhayê hektareke zeviyên avî gihişt 30 hezar lîreyên Sûriyê.
Li gorî cotkarên gundewarên navçeya Eyn Îsa, di 3 salên borî de hilberîn kêm bû, bi hêviya ku hilberîna îsal ji salên borî baştir be cotkaran dest bi cotkirina erd û çandina genim û ceh kiriye. Çandina zeviyên avî di destpêka meha Cotmehê de dest pê dike û di meha Nîsanê de berhem dide.
Li her hektarek zeviyên avî 150 kg tov tê çandin. Buhayê her kîloyekî tov digihîje 165-175 lîreyan û ew li gorî kalîteya tov tê diyarkirin. Her wiha buhayê çandina her hektarekî ji zeviyên avî digihêje 5 hezar lîre. Li gorî cotkaran mesrefa çandinê li gundewarên navçeya Eyn Îsa digihîje derdora 30 hezar lîreyan.
Têkildarî mijarê cotkarê bi navê Osman Leqta yê ji gundewarên navçeya Eyn Îsa wiha got: “Zeviyên me li gorî baranê ne, eger baran baş be wê hilberîn baş be û eger nebare wê çandinî têk biçe.”
Cotkarê bi navê Mihemed El-Iwês El-Heşaş jî wiha got: “Pirraniya şêniyên herêmê nikarin zeviyên xwe biçînin. Ji ber ku mesrefa çandinê gelekî zêde ye, ji lewre neçar dimînin erdê xwe bi rêjeya ji sedî 20 bidin kirê.”
Ji aliyê din ve Komîteya Çandiniyê ya navçeya Eyn Îsayê mazot li cotkaran belav dike…ANHA