Rojnameya Ronahî

Kurd wê bersîvê bidin operasyonan

Parlamenterê CHP’ê Sezgin Tanrikulu, bertek nîşanî operasyonên siyasi yên li Amedê pêk hat dan û diyar kir ku kurd wê di sandoqê de bersîvê bide van operasyonên dijhiqûqî.
Di 9’ê Cotmehê de li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê li 9 bajarên ku navenda wê Amed bû bi fermana Serdozgerê Amedê derbarê 151 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn û operasyon pêk hat. Di operasyonê de siyasetmedar û rojnameger jî di navde zêdeyî 100 kes hatin binçavkirin. Ji 25 kesên sewqî dozgeriyê kirin, di navde endaM û rêveberên HDP, DBP û rojnameger jî hebûn jê 13 kes hatin girtin.
Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Stenbolê Sezgin Tanrıkulu, anî ziman ku ev operasyon têkildarî hilbijartina rêveberiyên herêmî ne û wiha got: “Dixwazin bi vê operasyonê xebatên HDP’ê yên hilbijartina rêveberiyên herêmî asteng bike. Mixabin beriya her hilbijartinê daraz dibe amûr û pêlîstoka destê siyasetê. Di 10 salên dawî de mixabin beriya her hilbijartinê kadroyên partiyên siyasî yên muxalif rastî operasyonê tên. Niha bi hezaran rêveberên HDP’ê ku di navde wekîl u şaredar jî hene girtî ne. Niha jî bi operasyonên din berê xwe didin kadroyên mayî. Bi zextan dixwazin heviyên mirovan ên têkşînê bişkînin. Kurd dê teqez li ser sindoqê bersîvê bidin van operasyonên dijhqûqî. Partiya ku ketiye hilbijartinê û gel ew şandiye meclîsê dixwaze kriminalize bikin. Ev yek xizmeta aştiyê ya Tirkiyê nake.”