Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Armanca qirkirina Kurda ye

12/10/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Armanca qirkirina Kurda ye
Share on FacebookShare on Twitter

Seydî MIHEMED

Êrişên li ser gelê kurd û projeya ku li Rojavayê Kurdistanê niha pêşengiya wê kurd dikin didomin. Gefên ku yekser ji aliyê Tayib Erdugan ve li ser gelê kurd tên xwarin zêdetir û eşkertir dibin. Erdogan li ser kîjan masê rûdine êrişên li ser gelê kurd û qirkirina wan dixe rojevê. Ji ber ku projeya wî ya avakirin Qaşo Îmarata Îslamî ya ku DAIŞ’ê serkêşiya wê dikir û di pişt perdê de Serekçete Erdugan û dewlet Tirk dikir bi destê kurdan têk çû û niha li herêma herî dawî ya çeteyên Dewleta Tirk (DAIŞ’ê) şerên tunekirina Terorê tên meşandin.

Her ku li Sûriyê dewleta Tirk û çeteyên wê bi destê kurdan têk diçin ew li bakurê kurdistanê zext û êrişên xwe li ser gel zêde dike. lê dîsa jî Dîn û har bûye û ji bo tenê hincetekê bibîne êrişî bakurê Sûriyê bike her diqilqile.

Di roja 9’ê Cotmehê de operasyona Qirkirina Siyasî jî li ser siyasetvan û rojnamevanên Kurd pêk anî û bi dehan kes dîsa xistin zîndanan.

Li hevkirina Idlibê ya ku bi Rûsiya re çêkir dîsa mijara kurdan û tunekirina wan hebû. Heta ku hin aliyên rewşê dişopînin dibêjin ku wan ji Rûsiya re gotiye ku daxwazê ji Emerîka bikin da ku kurdan 40Km dûrî sînor bixin.

Dîsa li beramberî tawîzên ku li ser Idlibê dan Rûsiya ew bû ku danûstandina di navber Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê û rêjîmê de bi dawî bibe…

Dewleta Tirk ji ber Fubiya kurdan êdî tevlihev bûye û tişt nemaye ku tenê ji bo rê li pêşiya kurdan bigre nedaye derûdorê.

Beriya demekê derdiketin û her digotin ku wan û Emerîka li ser Nexşeriyekê derbarê Minbic de li hevkirin û ew ê dewriyeyan di nava Minbicê de bi Emerîka re bigerînin.. Her bi vê yekê xwe dinepixandin. Lê helwesta Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Minbic ku wan bajarê xwe bi xwîna zarokên Minbicê rizgarkirine û ew ê ji bo parastina bajar û gelê xwe hemû tedbîran bigrin bersiv bû.

Li vir dewleta Tirk gefa êrişê dîsa li ser Minbicê xwar. Li hemberî van gef û êrişan hêzên parastina Minbicê tedbîr girtin û bi van tedbîran re pêşî li derewên dewleta Tirk û rayedarên wê yên ku ew nexşerêya bi Emerîka re pêk tînin derxist holê û fitneyên ku dewleta Tirk dikirn têk bir. Pişt vê, yekser raghandina Dewlet AKP’ê li ser navê Erdogan got “wan itîfaqa bi Emerîka re li ser Minbicê paşde xistine.”

Ev mijar hemû girêdayî êrişên qirkirina gelê kurd û projeya ku kurd pêşengiya wê dikin e ye.

Beriya 2 rojan li ser navê wezareta karê derve ya Rûsiya hate gotin ku hewldanên birina çeteyan ji Idlibê ber bi Îraqê ve heye. Çiqas ev agahî nehatibe piştrastkirin yanî ku tenê wekî axaftin jî hatibe gotin û dîtin jî, lê diyare ku dewleta Tirk tiştekî bi vî rengî ji Rûsiya daxwaz kiriye.

Dewleta Tirk ya ku siyaseta wê ku bi van çeteyên xwe yên biyanî dikir ku herî dawî bi Itîfaqa li ser Idlibê re winda dike dixwaze li cihekî din bi hezaran çeteyên Nûsra, Qaida û bermahiyên DAIŞ’ê yên li gel wê bibe Îraqê. Dema dibêjin Îraq ew Behse herêmên Başûr kurdistanê yên ku bi erêkirina PDK’ê dagirkirine dikin.

Li vir jî dixwazin van çeteyan li dijî tevgera azadiya gelê kurd bidin şerkirin.

Yanî dewlet Tirk li herêmê çi siyaset û Tevgerê dike di bingeha wê de qirkirina gelê kurde..

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.