Rojnameya Ronahî

Navenda pembû ya El-Çelebiyê pembû digire

Navenda Pembû ya El-Çelebiyê ji destpêka vekirinê de derdora hezar ton pembû pêşwazî kiriye. Li gorî rêveberiyê ev rêje li gorî qadên ku hatine çandin kêm e.
Navenda pembû ya El-Çelebiyê navenda tekane li Herêma Firatê ye. Di 25’ê meha Îlona îsal de li herêmek di navbera Kobanê, Eyn Îsa û Girê Spî ji bo pêşwazîkirina pembû hate vekirin.
Navend rojane nêzî 80 ton pembû pêşwazî dike. Heta niha navendê di 13 rojan de derdora hezar ton pembû pêşwazî kiriye. Rêveberên navendê dibêjin ku li gorî qadên ku bi pembû hatine çandin ev rêje kêm e…ANHA