Rojnameya Ronahî

Polîtîkaya Erdogan û AKP’ê bi ser nakeve

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, binçavkirina siyasetmedar û rojnamegeran şermezar kir û diyar kir ku ji ber nikarin Sûrên bajarên herêmê yên ku mirovan bi dil, beden û hêviyên xwe parastine, derbas bikin dîn û har dibin.
Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê, duh li 9 bajarên ku navenda wê Amed bû operasyona siyasî pêk hat. Di operasyonê de rojnameger û siyasetmedarên kurd jî di nav de zêdeyî 100 kesan hatin binçavkirin.
Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Selçuk Mızrakli, bertek nîşanî helwesta Erdogan û AKP’ê da û diyar kir ku ev polîtîkaya wan bi ser nakeve. Mizrakli, binçavkirina siyasetmedar û rojnamegeran şermezar kir û diyar kir ku ji ber nikarin Sûrên bajarên herêmê yên ku mirovan bi dil, beden û hêviyên xwe parastine, derbas bikin dîn û har dibin. Li bajarên herêmê mirovan bi dil, beden û heviyên xwe sûr ava kirine. Ev Sûrên hatine avakirin ji aliyê sedhezaran kesên ku dilê xwe dane aştî, azadî, edalet û demokrasiyê ve hatiye avakirin. Yên ku nikarin van Sûran derbas bikin dîn û har dibin. Ji ber ku HDP’ê bend derbas kiriye AKP bêtir bêzar dibe. Di rapora Meclîsa Parlamenteran a Komîsyona Ewropa ya der barê hilbijartina 24’ê Heziranê de hat diyar kirin ku hilbijartina 24’ê Hezîranê di şertên ne adîl de pêk hatiye. Di raporê de hat zanîn ku AKP’ê hemû derfetên dewletê xistine xizmeta xwe. Lê ligel ne şertên adîl jî dîsa HDP’ê bend derbas kiriye û vê yekê AKP bi awayekî pir cîddî bêzar kiriye. Erdogan di axaftina Kizilcahamamê de diyar kir ku dê vîna gel nas neke. Polîtîkayên AKP û Erdogan ji bo Tirkiye bêxer û bê şensiyek mezin e. Ji niha de dixwaze vîna gel ji destê gel bistîne û heviyên gel bişkîne.”