Rojnameya Ronahî

Îsraîl wê êrîşên xwe li Sûriyê dewam bike

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Natanyahû diyar kir ku tevî ku Sûriyê çekên S-300 wergirtine jî Îsraîl wê êrîşên xwe li hemberî Îran û Hizbullahê di Sûriyê de berdewam bike.
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Natanyahû ji cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Maksîm Akîmov re dema ku serdana Qudsê dikir, piştrast kir ku Îsraîl wê dijberiya xwe li hemberî Îran û Hizbullahê di Sûriyê de berdewam bike.
Netenyahû di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku wî Akîmov agahdar kiriye ku Îsraîl wê li hemberî hewldanên Îranê yên xwebicihkirina leşkerî di Sûriyê de û li dijî şandina wê ya çekên pêşketî ji Hizbullahê re derkeve.Netenyahû got li ser bingeha xweparastinê Îsraîl wê çalakiyên xwe li dijî Îranê û amûrên wê di Sûriyê de berdewam bike.