Rojnameya Ronahî

Şaredariya Gel a Dêrikê rêyeke nû çêkir

Şaredariya Gel a bajarê Dêrikê li Taxa Şehîd Xebat rêyeke nû bi dirêjehiya 250 metre û firehiya 12 metre vekir da ku tevgera di nava taxê de hêsantir bibe.
Di demên berê de li Taxa Şehîd Xebat binesazî bê ser û ber bû, ji ber wê şaredariya gel di çarçoveya projeyên sala 2018`an de wê li gorî derfetên xwe xizmetên ji bo taxê berfireh bike.
Şaredariyê di destpêkê de rêyeke nû di taxê de vekir da ku tevger li taxê hêsantir bibe. Endama Buroya Fenî ya Şaredariya Gel Lîna Xelîl diyar kir wan ew rê li taxê vekir û her wiha wê xebatên xwe ji bo sererastkirina binesaziyê zêdetir bikin.
Şaredarî wê bingeha kolanên xirabûyî li taxên Cûdî, Sor, Şehîd Xebat û Rojava deyne…ANHA