Rojnameya Ronahî

Yekemîn pêşengeha pirtûkan li Amûdê vedibe

Di bin dûrûşmeya “Ji bo ku em nivîskarên xwe ji bîr nekin” yekemîn pêşengeha pirtukxaneya çand û huner li dar dikeve.
Bi armanca bîranîna nivîskarê kurd ê nemîr Tewfîq El-Huseyîn cara yekemîn Pirtukxaneya Navenda Çand û hunera Hurî ya bajarê Amûdê di 13 û 14’ê Cotmehê de pêşengeha pirtûkan li avahiya Navenda Hûrî vedike. Di pêşngehê de berhemên nivîskaran, weşanxane, Yekîtiyên Rewşenbîr û Nivîskarên Herêma Cizîrê wê beşdarî pêşengehê bibin.

PÊŞNGEH WÊ2 ROJAN VEKIRÎBE

Pêşengeh wê 13-14’ê mehê vekiribe, ango wê du rojan dewam bike. Rojane wê pêşngeh ji saet 10’ê sibê ta 1’ê piştî nîvro û ji saet 4 ta7’ê êvarî vekirî be.
Di heman demê de di roja yekemîn a pêşngehê de ew ê li ser pêşxistina çandê û xwendinê û rola nivîskaran di civakê nîqaş bikin…Ronahî