Rojnameya Ronahî

Li Girê Spî xebatên çareseriya pirsgirêkên tendurustî

Şêniyên kantona Girê Spî bi taybet li bajarok û navçeyên girêdayî kantonê bi hewcedariya navendên tenduristiyê ne. Ji ber ku tenê nexweşxaneyek li bajêr heye û ji ber dûrbûna gundan, şênî zehmetiyan dikişînin.
Pirsgirêka kêmasiya hejmarên navendên tenduristiyê ji berê de li herêmê hebû. Lê şênî li bendê ne ku Rêveberiya Xweser pirsgirêkê çareser bike. Ji ber ku ev pirsgirêk li gorî gotinên wan wek çavkaniya zehmetiyên wan e.
Kantona Girê Spî ji 2 navçeyan ( Eyn Îsa û Silûk), tevî navenda bajêr ku wek navçe tê hesbandin û 7 bajarokan El-Cirin, El-Zêdî, El-Şirke, El-Hîşe, El-Xerze, Elî Baciliyê û Hemam Tirkmen pêk tê.
Tenê li navçeya Silûkê navendeke tenduristiyê û li bajarê Girê Spî nexweşxaneyek heye (Nexweşxaneya Niştîmanî).
Berê naxweşxaneyek li navçeya Eyn Îsa jî hebû lê ji Reqayê re hate veguhestin. Bi vê yekê navçe bê nexweşxane ma.
Ji ber wê şêniyên wan herêman neçar dimînin nexweşên xwe bigihînin nexweşxaneya kantonê. Lê ji ber dûrbûnê û nebaşiya hinek rêyên wan herêman şênî gelek zehmetiyan dikişînin. Hin caran ev pirsgirêk dibe sedema mirina hin welatiyan.
Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Ebdilmerûf ê ji bajarokê El-Zêdî yê ku bi zêdetirî 40 km ji Girê Spî dûr e, diyar kir dema pêwîstiya nexweşekî bi nexweşxaneyê bi awayekî lezgîn hebe, bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin.
Ebdilmerûf wiha dewam kir: “Nexweşxaneyeke taybet û navendeke tenduristiyê li navçeya Silûkê hene. Lê bajarokê El-Zêdî û El-Şirkê ji Silûkê pirr dûr in. Ji ber wê, hin caran ji ber tunebûna erebeyan em zehmetiyan dikişînin.”
Ebdilmerûf destnîşan kir ku nexweşxaneyên taybet gelek pere distînin û ew jî ji bo welatiyan pirsgirêkeke mezin e.
Di dawiyê de Ebdilmerûf bang li rêxistinên tenduristiyê kir ku nexweşxaneyeke niştîmanî ji welatiyan re vekin.
Kantona Girê Spî gelek koçber ji bajarên cuda yên Sûriyê pêşwazî kirine. Li Kampa Eyn Îsa nêzî 13 hezar koçber hene. Lê ji ber kêmasiyên xebatên tenduristiyê li kampê koçber ji bo dermankirinê neçar dimînin berê xwe bidin kantonê.
Endamê Rêveber ê Komîteya Tenduristiyê yê Kantona Girê Spî Elî Osman wiha got: “Em êşên welatiyan dizanin, ji ber wê me navendek li navçeya Silûkê vekir.”
Osman got: “Di demeke nêz de em ê du navendên tenduristiyê li bajarokên ku dûrî navenda bajêr vekin. Ji bo gundên dûr em ê bi komînan re koordîne bikin da ku di rewşên tenduristiyê yên awarte de li beşa destwerdana lezgîn bigerin ji bo ku xwe bigihînin wan herêman.”
Osman wiha dewam kir: “Ji ber ku şênî ji aliyê tenduristiyê ve xemsar in û dema nexweş dibin serdana navendan nakin, tenê li ser destê xwe dermanan dibînin, em ê li gorî plansaziyekê hemleyên zanakirina tenduristiyê bi rê ve bibin.”
Endamê Rêveber ê Komîteya Tenduristiyê yê Kantona Girê Spî Elî Osman destnîşan kir ku gelek rêxistinên tenduristiyê li herêmê hene lê tu alîkariyê pêşkêş nakin. Osman bang li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî kir ku ji bo başkirina beşê tenduristiyê alîkariyê pêşkêş bike…ANHA