Rojnameya Ronahî

Peykerê Kawayê Hesinkar hat danîn

Çeteyên DAIŞ û yên dewleta Tirk li Efrînê peykerê Kawayê Hesinkar hilweşandibûn, welatiyên Derbendîxan jî li hemberî kiryarên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ peykerê Kawayê Hesinkar li navenda bazarê danîn.
Li bajarokê Derbendîxan a ser bi bajarê Silêmaniyê ve bi merasîmekê peykerê Kawayê Hêsinkar hat danîn. Armanca danîna peyker şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk yên li Efrînê bû. Dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ di ketina Efrînê dest bi talan kirina dîroka kevnar ya bajêr kiribûn. Hêjî ev kiryar berdewam dikin.
Peykerê Kawayê Hesinkar li navenda bazara bajarokê Derbendîxan hat danîn. Peyker ji aliyê peykersaz Zîrek Mîre ve hat çêkirin. Peyker ji aliyê welatiyan ve hat danîn û rastî eleqeyek mezin ya welatiyên bajarokê Derbendîxan hat…ROJNEWS