Rojnameya Ronahî

Welatî dibistana gundê xwe sererast kirin

Şêniyên gundê El-Sewa yê Dêrazorê bi insiyatîfa xwe ji bo ku zarok di sala perwerdê ya nû de bixwînin, dibistana gund sererast kirin. Lê dîsa jî hewcedariya dibistanê bi kursîyên rûniştinê heye.
Şêniyên gundê El-Sewa yê rojavayê Dêrazorê bi insiyatîfa xwe û di nav hev de pereyên pêwîst ji bo sererastkirina dibistana gund kom kirin. Sêniyan dibistan sererastkirin û boyax kirin. Piştî bidawîbûna xebatê, zarokan berê xwe dan dibistanê.
Lê dibistan bi hewcedariya kursiyan e. Ji ber wê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê wê kursiyan ji dibistanê re peyde bike.
Welatiyê bi navê Zekeriya El-Esaf ê ji şêniyên gundê El-Sewayê ye û xebatên sererastkirina dibistanê dişopîne got: “Me xebat li dibistana El-Sewa rojava bi dawî kir û zarok çûn dibistanê. Ev dibistana duyem e ku em amade dikin.”
Çeteyên DAIŞ’ê hejmarek dibistanên gundewarên rojhilat û rojavayê Dêrazorê talan û wêran kiribûn…ANHA