Rojnameya Ronahî

3 hezar û 550 erebe hatine tomarkirin

Buroya Veguhastinê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê heta niha 3 hezar û 550 erebe qeyd kirine. Her wiha wê dest bi qeydkirina motosîkletan jî bike.
Buroya Veguhastinê ya Reqayê di 26`ê Îlonê de hate avakirin. Meclisa Sivîl a Reqayê buroyeke fermî ya veguhastinê vekir da ku li ser kaxizên erebeyan û dayîna tabloyên erebeyan bixebite. Komîteya Trafîk, Keşf û Veguhastinê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn karê keşfa erebeyan dikin.
Kesên ku temenê wan zêdetirî 18 saliyê be dikarin erebeyan biajon û rûxseta ajotinê bigirin. Piştî ku ezmûn tê çêkirin û ajokar ezmûna xwe baş derbas dikin, ruxseta ajotina erebeyan digirin.
Komîteya Veguhastinê erebeyên ji derve li gorî resmên gumrikê qeyd dike û li gorî erebeyê tabloyê dide. Ji bo erebeyên mezin 3 hezar, yên navin jî 2 hezar û yên biçûk hezar lîreyên Sûriyê ji Rêveberiya Gumrikê re têne dayîn.
Ji rêveberên Buroya Veguhastinê ya Reqayê Îsmaîl Ehmed diyar kir ji destpêka buro hate vekirin ve wan deriyê qeydikirina erebeyan vekir. Ehmed diyar kir ku heta niha 3 hezar û 550 erebe ji hemû cureyan hatine qeydkirin û wê dest bi qeydkirina motosîklêtan jî bikin…ANHA