Zekî BEDRAN
Tirkiye dijmintiya li Kurdan de sînoran nas nake. Ev dijmintî li çar parçeyan berdewam dike û ev jî êdî nikare bê veşartin. Hebûn û desketiyên Kurdan di bin tehdîtê de ye. Di mînaka Efrînê de jî eşkere hat dîtin, herêmeke di nava ewlehî û aramiyê de, ji ber ku Kurd lê hebûn bi komkujiyan hat dagirkirin. Û di serde jî Efrîn di nava sînorên Sûriyê de bû. Bi darê zorê dagirkirina welatekî din ji bo xwe weke mafekî dibîne.
Her roj qîr dikin û dibêjin ku ew ê ji Efrînê heta Minbicê, Kobanê, Şengalê û Qendîlê êrîş û dagirkeriya xwe berdewam bikin. Tirkiye cureta ku ewqas bê perwa dibe, hemû pîvanên navnetewî û hiqûqa dewletan binpê dike, ji Rûsyayê girt. Rûsya qaşo hatibû ji bo Sûriyê û Esed biparêze! Bû hevparê sûcê jenosîd û paqijiya etnîkî ya li ser Kurdan. Rûsya vî sûcî hê berdewam dike. Qada hewayî hê ji faşîstên Tirk re vekiriye. Tirkiye hê jî destûrê nade ku Kurd vegerin ser xaka xwe. Yên ku li Efrînê mane jî bi destên çete û dagirkeran tên revandin. Destdirêjî, talan, êşkence û dest danîna li ser mal û milkên gel dewam dike.
Tirkiyê bi darê zorê xwe kir hevparê Sûriyê. Li Îdlibê bi awayekî eşkere berdevkiya çeteyên çekdar kir. Rûsyayê tevî ku ev dizanibû jî bi Tirkiyê re li hev kir. Ev li hevkirin hem ji gelê Tirk û hem jî ji gelê Rûs tên veşartin. Naveroka peymanên wan tam nayê zanîn. Tirkiyê niha jî Minbic xiste rojevê. Halbûkî di vê mijarê de bi Emerîkayê re li hev kiribûn. Meclîsa Gel a Minbicê û hêzên wî yên leşkerî wê herêm birêve bibirana. Tirkiye di nava hewldana ku pêşî li çareseriya pirsgirêka gelên Sûriyê bigire û nehêle ku li ser bingeheke demokratîk yekîtiya xwe ava bikin. Amadekariyên şer û dagirkirinên nû dike. Niha jî çapemeniya Tirk dibêje ku li Minbicê xendek hatine kolan û yên ku dixwazin êrîşî Tirkiyê bikin hene, hewld didin rojevekê ava bikin. Zarok jî dizanin ku kolandina xendekan ji bo êrîşê nîne, bi armanca parastinê ye. Her wiha Minbic di encama şerê li dijî DAIŞ’ê de hat rizgarkirin. Ji hezarî zêde şehîd û birîndar hatin dayîn. Minbic wisa bi hêsanî nehat rizgar kirin. Ew xendekên ku behsa wê dikin bi salan berê hatine amade kirin. Ne tiştekî girêdayî îro ye.
Tirkiye bi pêkûtiyên li ser Emerîkayê dixwaze tawîzan bigire û zextan dike ji bo ku statuya Bakurê Sûriyê û Rojava rewa nebe. Her wiha bi edebiyata terorê hewl dide rewşeke dagirkirinê ava bike. Tirkiyê xeyal kiribû ku wê here Şamê li mizgefta Emewî nimêj bike. Ev xeyalên Tirkiyê di encama berxwedana gelên Kurd û Ereb de pêk nehat. Lê di nîyet û dijmintiya wan de ti guherîn çênebû. Ti mafekî Tirkiyê li ser Sûriyê tune ye. Pêwîste hemû hêzên navnetewî tavilê dawî li dagirkeriya Tirkiyê bînin. Lê oportunîzma Rûsyayê ya ku îflah nabe û nêzîkatiyên Emerîka yên terazandin û mijûlkirinê ceseratê dide xwestekên Tirkiyê yên dagirkeriyê.
Erdogan dijmintiya li Sûriyê û Kurdan dewam dike. Ji derveyî vê ti lêgerîneke wî tune ye. Dijmintiyeke Kurdên Sûriyê li Tirkiyê tune bû. Sînorên di destên Kurdan de ji bo Tirkiyê sînorên herî bi ewle bûn. Ti êrîşeke Kurdan li dijî Tirkiyê nebuye. Her wiha Kurd bi DYA û Hêzên Koalîsyonê re li dijî DAIŞ’ê di nava şer de bûn. Ev buyer li pêş çavên cîhanê diqewimîn. Ger tehdît û êrîşeke Kurdan li dijî Tirkiyê pêk bihata ma wê DYA û hêzên din ev nedîtibana ? Van hêzan heta niha ti îdiayek nedane pêş. Ji bilî vê gelek caran Tirkiye hişyar kirin. Ji Tirkiyê re gotin “ji çalakiyên ku ziyanê li têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dike, dûr bisekine.” Tirkiyê guh neda van hişyariyan. Erdogan di civîna Tehranê de got, “xetereya sereke Hêzên Bakurê Sûriyê ne.” Tirkiye, Bakurê Sûriyê û Kurdan weke hedef nîşan dide û hewl dide atmosfera dagirkirinê amade bike û zindî bihêle.
Tirkiye bi dagirkirina Efrînê ji Kurdan xelas nebû. Niha li ser Minbicê re hemû Bakurê Sûriyê dide ber xwe bi vê yekê hewl dide qadên dagirkirinê zêde bike û li gor xwe heta hetayê ji Kurdan xelas bibe. Hikûmeta Tirk a faşîst wê di lîlava Sûriyê û di xwîna Kurdan de bifetise. Rûpoşa nijadperestiya Tirk ketiye û dijmintiya wî eşkere buye. Di serî de Kurd, wê Ereb û gelên din dersa dîrokî bidin van dagirkerên faşîst. Roj roja rabûna ser piyan û ketina nava seferberiyê ye. Dagirkerî, faşîzm û zordestî divê li ser van axan bi dawî bibe.






