Avesta AMARGÎ
Em van rojan dikevin sala 20. ya komploya li ser Rêber Apo. Gelê Kurdistanê, ev 19 sale li hember komplogeran di nava berxwedaneke bi rûmet da ye. Hêzên komploger, bi dîlgirtina Rêber Apo re xwestin fikirên wî dîl bigirin, lê komploger bi xwe dîl hatin girtin. Rêber Apo, tevayî pîlangeriyên komplogeran yên qirêj ku di dîrokê de anîbûn serê gelan deşifre kirin. Heqîqeta dîrokê, bi keda 40 salî ya Rêber Apo û bi tekoşîna gelan ji nûve hate hunandin.
Dîrok, xwedî rastiyek wisa ye mirov bê wê nikarin bijîn. Mirovatî her ku li dîroka xwe hûr û kûr dibe, ewqasî jî bi hebûna xwe dihese. Dîrok, timî bûye çavkaniya mirovayîyê jiyaye. Dîrok, di encama danehevên nirxên civakî de xwe bi hebûn dike. Naskirina dîroka xwe, bi qasî nan û avê ji bo mirov girînge. Kesên ku bi dîrok û nirxên xwe ve girêdayî be, ew mirovên her kêlî mezin dibine. Li Kurdistanê, berî derketina Rêber Apo, kesekî di maneya rastî de îtîraf bi wateya rastîn ya dîrokê nedikir. Ya ku min xwest ez di van pênç beşên nivîsê de vebêjim dilopek ji deriyayê. Kesên ku carekê an jî deh caran Rêber Apo dîtibin xwedî cîhaneke cuda ne. Di civak, ango di mirovan de girêdan û bawerî du tiştên serekene. Di rastiya gelê Kurdistanê de, ev herdu dubendî ango têgeh xwedî maneyên gelek mezinin. Ev herdu têgeh hêmanên bingehîn yê jiyana li dor dayîk ava bûniye. Dayîka Cahîde, careke din ez birim cîhana mirov ya manewiyetê. Ev cîhana manewî ya mirovayî ger nebe nabê ye. Rêber Apo, her tim gelê Kurd û tevgera azadiyê rexne dike û dibêje; girêdana we bi min re li ser esasê hestiyarî ye ber wê, hûn min fam nakin û di pratîkê de pêk nayînin.
Dayîka Cahîde, di her vegotina xwe de vê rastiyê tîne ziman û carekî din me dibe kêliyên Rêber Apo re jiyane. Dayîka Cahîde, li ser rastiya dîrokê lêhûr bûye. Xwedî bîreke gelek dewlemende. Her kêliya bi Rêbertiyê re derbas kiriye weke îro jiyaye tê bîra wê. Bîr, tiştek wisa ye. Dayîka Cahîde, her çiqas dilê wê ji ber dîlgirtina Rêbertiyê bi xemgîniyê ve dagirtiye, lê ewqasî jî bi hêviyan tijî ye. Dayîka Cahîde yek kêliyê hêviya xwe ji bo careke din dîtina Rêbertiyê winda nekiriye.
Dayîka Cahîde vê hêviya xwe wiha tîne ziman; Baweriya min sedî sed heye wê ew roj werê Rêbertî werê nav me û bihûst bihûst li ser vê xaka tijî tekoşîn û bi xwîna şehîdên leheng hatiye avadan bigere. Ev netenê xeyala mine, ya hemû dayîkên Kurdistanê û gelê me ye. Ez nivîsa xwe ya ku ev pênç beşe dinivisînim bi dawî dikim. Ya rastî ez li ber ew bîranînên gelek watedar kêm mam. Armanca min ya sereke ew bû ez di şexsê dayîka Cahîde de rastiya girêdan û baweriya gelê Kurd bi Rêber Apo re vebêjim. Min careke din dît ku çiqas êrîş giran dibin bila bibin, weke Rêber Apo digot; Tenê kesek jî hebe min fam bike û pêk bîne wê ev hereket bi serbikeve.






