Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hilbijartinên Şahredariyan li Beljîka

08/10/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Hefteya çanda  Kurdistan li Brukselê
Share on FacebookShare on Twitter

Derwêş M. FERHO

Kurd ji salên 1960 û vir de bi awayekî girseyî li Beljîka hene. Di destpêkê de mîna karkerên bîrên komirê, xaniyan, lêkirina rê û bexçeyên, paqijiya dezgehên fermî ji xwe re jiyanek nuh ava dikirin. Paş salên 1980 jî penaber, ji Bakur, Başûr, Rojhilat û di van demên dawîn de jî Rojava, kom bi kom û di demên cuda de hatin. Hejmareke zelal nîne, lê hinek derdor behsa 60-70 hezar, hinek derdor jî behsa 100 hezar Kurd dikin. Mixabin, heta niha jî Kurd nebûne xwedî roleke girîng di siyaset û meydana kultûrî de. Sedemên vê cuda ne û mijara me ya îro ne şîroveya vê yekê ye. Îro emê li ser rewşa partiyên siyasî li Beljîka û hebûna namzedên Turkan biaxivin.
Bi munasebeta hilbijartinên şahredariyan di 14ê Cotmehê 2018 de Enstituya Kurdî ya Brukselê mecbûr ma ku daxuyaniyek belav bike û balê bikşîne ser mijareke girîng. Namzedên Turk li ser lîsteyên partiyên cuda, çep, rast, Sosyal Demokrat, Xiristiyan Demokrat, Kesk û Lîberal. Ev daxuyanî bangek li van partiyan bû ku ew namzedên Turk li ser esasê îhtîram û pejirandina mafên merovan, gelan û demokrasî li Beljîka û Turkiyê were pêkanîn. Lê mixabin em dibînin ku li ser lîsteyên partiyên cuda, namzedên Turk hene ku di hember civak û raya giştî li Beljîka zimanekî, li hember civak û raya giştî ya Turkan bi zimanekî din diaxivin. Di daxuyaniyên xwe de behsa demokrasiyê û mafên merovan, di xwendegehan de mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, ango bi Turkî dikin. Lê di çapemeniya Turkî û daxuyaniyên xwe de zimanekî nîjadparêz bikar tînin. Xwe wek dijminê kultûra rojava ku niha lê dijîn û nanê wê dixwin û li welatê xwe jî dijminahiya hebûna Kurdan û Ermeniyan dikin.
Li ser esasê xebatake ku ji aliyê çend saziyan tê meşandin, namzedên Turk li ser lîsteyên cuda di van rojên dawî de bûne sedema munaqeşeyên kûr. Ji ber ku pirraniya van namzedan nîjaparêz in û di nava xwe de dijminê demokrasiyê û ramana azad in. Ji wan re berjewendiyên dewlata wan esasî ne û nabe were guhertin. Ew her tim mîna nûnerên dewleta xwe di nava şahredarî, parlemento, sazî, partiyên siyasî, sendîke û dezgehên perwerdê de cî digrin. Nasnameya wan ya Turkî, zimanê wan yê dayikê, ala wan, “xaka wan”, û dînê wan (Îslama Selefî) di temamiya xebata wan de serdest e. Li ciyê ku ew lê ne, daxwaza wan ew e ku her kes û her merc îhtîrama hebûna wan di her alî de bigre. Lê ew li welatê xwe ramana azad, di xizmeta demokrasî û mafên merovan de bi xeter û dijmin dibînin. Li vir jiyaneke pirrkultûrî, pirrzimanî, lê li Turkiyê daxwazên bi vî rengî wek xiyanet dibînin. Daxwaza wan di nava civaka Beljîka de perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo civaka Turkî heye, lê ji bo dehan milyonan Kurd û Ermenî li Turkiyê planên dijminên welatê xwe dibînin. Ev namzedên Turk, zimanê ku rayedarên Turk li Turkiyê bi kar tînin, di nava civaka Turk de li vira jî bi kar tînin.
Enstituya Kurdî ya Brukselê li ser vê mijarê daxuyaniya xwe şande ji hemû partiyên siyasî ku dikevine hilbijartinên vê mehê. Daxwaz ew e ku ew vê durûtiya namzedên Turk bibînin û rastiyê piştguh nekin. Di vê navberê de di çend namzedên Kurd jî li ser lîsteyên partiyên siyasî cî girtin û li ser vê mijarê hişyar in. Hêvî ew e ku encamp baş be.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.