YPG`ê diyar kir ku li Kobanê balafireke bêmirov a keşfê ya girêdayî artêşa Tirk dagirker ket xwarê û kete destê hêzên wan.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker ji destpêka şoreşa Rojava heya niha li ser sînorên Rojavayê Kurdistanê gelê sivîl û hêzên wan hertim kiriye hedef û hewldanên xwe yên tehrîkwarî û bi tacîzan her berdewam kiriye û binpêkirina sînoran berdewam dike.
YPG`ê da zanîn ku herî dawî di şeva 6’ê Cotmehê saet di 18:00’an de balafirek bêmirov a keşfê (Drona bi kamîra a bi termal) xera bûye ketiye herêma wan û ketiye destê wan.






