Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HPG’ê li Hatayê li artêşa Tirk xist

07/10/2018
in NÛÇE
A A
HPG’ê li Hatayê li artêşa Tirk xist
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê operasyona Mêrdînê, çalakiya li Hatayê û êrîşa hewayî ya bi ser Avaşînê de daxuyanî da.
HPG’ê ragihand li Mêrdînê gerîlayek şehîd bûye, Ferdî Muslu ku beriya niha hatibû gotin şehîd bûye, ‘birîndar bûye û dîl ketiye destê dijmin’’.
Daxuyaniya di malpera HPG’ê de wiha ye:
‘’Şeva 5’ê Îlonê artêşa TC’ê ya dagirker bi beşdarbûna kontra û cerdevanan li herêma Bagok a Mêrdinê operasyoneke berfireh da destpêkirin. Roja 6’ê Îlonê leşkerên dagirker bi hêzên me re hatin beramberî hev, nekarin şer bikin û bi balafirên şer herêm bi giranî zêde bombebaran kirin. Di bombebaranê de hevalê me Şoreşger Mardîn şehîd bû.
Roja 2’yê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker di navbera Hatay û Skenderûnê de li gelek qadan operasyonek bi tevlêbûna gelek yekîneyên kontra da destpêkirin. 4’ê Cotmehê gerîlayên me saet 12.00’an li nêzî girê Şahîn, li dijî yekîneyên operasyonê, ku kiribûn bin kontrala xwe çalakî kirin. Ji nêz ve derb li yekîneya dijmin hatiye xistin û 1 leşker hatiye kuştin.
Di daxuyaniya xwe de ya bi dîroka 4’ê Cotmeha 2018’an me bi raya giştî re par ve kiribû û gotibû, artêşa TC’ê ya dagirker 28’ê Îlonê li qada Pirdûda ya herêma Faraşînê ya Êlkê ya Şirnexê operasyon daye destpêkirin, di şer hevalê me Çekdar Azad (Ferdî Muslu) şehîd bûye. Di şer de hevalê me Çekdar şehîd nebûye, birîndar bûye û dîl ketiye destê dijmin.
6’ê Cotmehê di navbeyna saet 21.00’an û 21.30’î de balafirên şer tên artêşa TC’ê ya dagirker qada Adilbeg a herêma Avaşînê bi balafirên şer bombebaran kiriye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.