Rojnameya Ronahî

Divê ol ji destên desthilatdaran derkeve

Bi dirûşmeya “Bi perspektîfa îslama demokratîk ber bi avakirina civaka exlaqî û polîtîk ve” Komîteya Civak û Baweriyan a Bakurê Sûriyê civîneke berfireh li bajarê Tebqayê lidarxist.
Di çarçoveya amadekariyên lidarxistina Kongreya Îslama Demokratîk a Cîhanê de Komîteya Civakî û Baweriyan a Bakurê Sûriyê civîneke berfireh li bajarê Tebqayê li dar xist.
Civîn li avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê hat lidarxistin û hêjmareke zêde oldar, şêx û rûspiyên herêmê lê amade bûn.
Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Tebqayê Şêx Hamid El-Ebdulrehman El-Ferec bi xêrhatina beşdaran kir û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo Kongreya Îslamî ya Demokratîk a 2016‘an li Amedê şandibû xwend.
Rêveberê Komîteya Karûbarên Olî ya bajarê Reqayê Ehmed Arûnî şerê taybet ku ji aliyê pergalên modernîteya kapitalizm ve tê meşandin rexne kir û diyar kir ku çareseriya herî guncaw a têgihştina wateya rast a demokratiya civakî ew e ku îslam ji destê desthilatdaran were derxistin û li îslama serdema Hz. Mihemed vegerin.
Endama Desteya Karûbarê Olî ya Reqayê Buşra El-Hoşê bal kişand li ser rola jin di Îslamê de û diyar kir ku îslam banga wekheviya di navbera herdu zayendan de û mafê jinan dike.
Serokê Desteya Olî ya Dêrazorê Necim El-Huseyînî jî axivî û anî ziman ku exlaq yek ji stûna rêveberiyê ye, rêveberî jî bingeha pêşketina civakê ye û got, “tunebûna exlaq û perwerdeê sedema aloziya di nava cîhana îslamê de ye.”
Serokê Desteya Olî ya Minbicê Elî El-Cemîlî jî di civînê de axivî û di axaftina xwe da sedemên tunditiya olî û encamên wê anî ziman.
Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan jî mijara îslama nûjen girt dest û rola oldaran di pêşxistina civakê de destnîşan kir…ANHA