Rojnameya Ronahî

Li du eniyan 29 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî yê Qonaxa  Dawî a Şerê Tunekirina Terorê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku 29 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin û şervanên QSD`ê ji gelek aliyan ve bi pêşde diçin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe ya fermî weşand bîlançoya şerê 24 saetên dawî eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

ENIYA BAXOZ

“Di navbera şervanên me û terorîstên DAIŞ`ê de şerê giran rû da. Şer çend saetan dewam kir. Di wî şerî de terorîstan hemû cûreyên çekan bikar anîn da ku xwe ji derbeyên şervanan me biparêzin. Tevî dijwariya şer lê şervanên me 1,5 kîlometre bi pêşde çûn, 15 nuqteyên xwe ava kirin.

Her wiha balafirên Koalîsyona Navnetewî baregehên terorîstan kir hedef. Di encama wê de du terorîst hatin kuştin û baregeha avêtina mûşekên “herarî” hate rûxandin. Her wiha balafiran erebeyeke bombebarkirî ku çeteyan hewl didan bi rêya wê derbasî baregehên  şervanan bibin, rûxandin.

Di saetên dawiya şevê de şervanên me li hemberî bargehên çeteyan ên li gundê El-Meraşde çalakî lidar xistin. Li wê derê depoyeke cebilxaneyê hate rûxandin û şervan 1 kîlometre bi pêşde çûn.

Li hemû nuqteyên wî alî şerên dijwar rû didin.

ENIYA HECIN

Li wê derê şerê dijwar derket. Di encama wê de hejmarek ji terorîstan hatin kuştin lê hejmar nehat naskirin. Terorîstan hewl dan ku êrîşî şervanan bikin lê şervanan bersiv dan û terorîst neçar kirin ku paşde vegerin.

Li wê derê şerê demkî derdikevin. Terorîst li wê derê çekên giran û moşekên herarê bikar tînin.

– Bîlançoya şer:

-29 terorîst hatin kuştin.

-Baregeheke avêtina moşekên herarî, erebeyeke bombebarkirî, 3 baregehên terorîstan, kargeha çêkirina erebeyên mayînkirî û depoyeke cebilxaneyê hatin rûxandin.

-Çekek doçka (12,5), 26 hezar guleyên wê, 25 hezar guleyên çeka BKC, 4 topbavêjin(120), 200 topên wê, 100 heşweyên hawanê, 5 hezar guleyên klaşnîkov, 2 sebetanên doçka (23), 10 sebetanên doçka (14,5), sebetaneke doçka (12,5).

-5  mayîn hatin bêbandorkirin.

-Balafirên Koalîsyona Navneteweyî 14 êrîş pêk anîn.