Friday, May 23, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Welatî dixwazin rêya sûkê bê sererastkirin

07/10/2018
in Uncategorized
A A
Welatî dixwazin rêya sûkê bê sererastkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Gelê Serêkaniyê ji ber xirabûna rêya sûkê zehmetiyan dikişînin. Gelê Serêkaniyê diyar kir ku rêya sûkê teng û xirabe ye, ev rê çûn û hatinê asteng dike.
Dirêjiya rêyên Serêkaniyê bi giştî 60 km ye. Ji van 3 km di sûkê de ye. Rêya ku herî zêde xirab bûye, rêya sûkê ye. Gelê Serêkaniyê ji ber xirabûna rêyê zehmetiyan dikişîne.
Welatiyê bi navê Mihemed Hecî diyar kir ku rêyên sûkê pir xirab bûne û wiha got: “Ev rêyên xirabûyî dibin sedem ku çûn û hatin di sûkê de neyê kirin. Em dixwazin şaredarî li ser van pirsgirêkan raweste.”
Ajokarê bi navê Mihemed Hisên jî destnîşan kir ku ji ber rêyên xirab erebeyên wan jî xirab dibin û wiha axivî: “Dibe ku ji nû ve çêkirina rêyan buha be. Lê hema bila bi awayekî lezgîn van çalên di rêyan de çêkin.”
Welatiyê bi navê Mehmûd Ebdo jî diyar kir wan gelek caran xwestekên xwe ji şaredariyê re gotin, lê heta niha bersiv nedane wan. Mehmûd da zanîn ku rêyên sûkê teng in, ji ber xirabûnê jî pir zehmetî tên kişandin, du wesayît nikarin di ber hev re derbas bibin. Mehmûd diyar kir ku wê di zivistanê de ji ber ava baranê zehmetî zêdetir bibin.
Şaredariya Serêkaniyê jî li ser gazincên gel diyar kir ku wan di 30’ê Nîsanê de ji bo çêkirina 18 rêyên bajêr proje şandiye Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê. Rêya sûkê di rêza yekemîn de ye. Heta niha bersiv nedane şaredariyê. Şaredariyê diyar kir ku ew dikarin dîsa rêyan pîne bikin, lê wan gelek caran çêkiriye dîsa xirab dibin, ew dixwazin rêyê bi giştî çêkin…ANHA

Post Views: 36
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir
NÛÇE

Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir

22/05/2025
Neteweya Demokratîk
POLÎTÎKA

Neteweya Demokratîk

22/05/2025
Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike
JIN

Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike

22/05/2025
‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’
ROJEV

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.