Rojnameya Ronahî

Heta vegera Efrînê, berxwedana wê dewam bike

Welatiyên Efrînê yên ku ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk ku li herêma Şehbayê bi cih bûne berxwedana xwe dewam dikin. Welatiyên ku li Kampa Berxwedanê bi cih bûne diyar kirin ku heta ew vegerin Efrînê ew ê berxwedana xwe berdewam bikin.
Welatiyên Efrînê yên ku ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ji Efrînê derketin û li Şehbayê bi cih bûne di nava şert û mercên jiyanê yên zehmet de berxwedana xwe dewam dikin. Rêxistinên mirovî jî alîkariyê nadin welatiyên Efrînê yên ku koçber bûne.
Di Kampa Berxwedan de zêdetirî 742 kon hene. Di kampê de2 hezar û 865 dijîn. Şêniyên kampê soza berdewamkirina berxwedanê heta rizgarkirina Efrînê û vegera malên xwe dan.
Kampa Berxwedan ku dikeve bakurê navçeya Fafînê, yekem kamp e ku li kantona Şehbayê ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hate vekirin.
Bi derfetên xwe yên heyî Rêveberiya Xweser dest bi rastkirina zemîna kampê kir. Piştre kon vedan û şênî lê bi cih kirin. Paşê gelek sazî wekî Desteya Çand û Hunerê, Yekitiya Ciwanên Rojava, Meclisa Malbatên Şehîdan, desteyên çandinî û tenduristiyê û hwd. xwe di nav kampê de bi rêxistin kirin.
Bi pişgtgiriya Rêveberiya Xweser meclis xebatên xizmetguzariyê pêşkêş dikin. Her wiha şaredariyê 2 sûkên gelêrî di kampê de ji bo peydekirina pêdiviyên şêniyan ava kirin. Ji bo zarokan jî dibistan û park hatin vekirin.
Têkildarî mijarê Endamê Rêveber ê Kampa Berxwedan Şêxo Ibrahîm axivî û diyar kir ku di dema belavkirina alîkariyan de gelek zehmetî kişandine û da zanîn ji ber dorpêça li ser herêmê ji çar aliyan ve bi derfetên xwe û bi desteka welatiyên herêma Cizîrê, alîkarî pêşkêş kirine.
Heyva Sor a Kurd hewl dide alîkariyên tenduristiyê bide welatiyan. Lê hin rewşên nexweşiyan hêza wan derbas dikin. Ji ber nepeydabûna alavên tenduristiyê û tunebûna dermanên pêwîst Heyva Sor a Kurd zehmetiyan dikişîne. Di encamê de gelek nexweşî di nav kampê de belav dibin. Eger rewşa nexweşekî xeternak be navenda Heyva Sor neçar dimîne wan nexweşan derbasî derveyî herêmê bike. Lê ji ber dorpêça ku ji çar aliyan ve li ser herêmê hatiye ferzkirin, hin caran nexweş nikarin derbas bibin û di encamê de jiyana xwe ji dest didin.
Welatiyê bi navê Hebîb Omer ku li Kampa Berxwedan bi cih bûye, destnîşan kir ku piştî hatine kampê, jiyana xwe bi awayekî komînal bi rêya komîn û meclisan bi rêxistin kirine û wiha dewam kir: “Ji destpêka avakirina kampê û heta îro Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe û di nav dorpêçê de alîkariyê pêşkêşî kampê dike.”
Omer wiha berdewam kir: “Tevî şert û mercên dijwar ên jiyanê li kampê û kêm derfetên xedemî û tenduristiyê, lê berxwedana ku me li Efrînê dest pê pêkiribû, heta rizgarkirina bajarê xwe ji çeteyan, em ê berdewam bikin.”
Welatiyê bi navê Cemîl Reşîd ev tişt anî ziman: “Nêzî 7 meh e em li vir in û heta niha tu rêxistineke mirovî alîkarî pêşkêşî me nekiriye. Tenê rêveberiya kampê û meclis bi desteka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk alîkariyê li welatiyan belav dikin.”
Reşîd destnîşan kir ku cîhan li hember welatiyên Efrînê bê deng e û rewşa wan paşguh kirine û da zanîn ku ev rewşa Efrînê jî berdewam kirina komploya navnetewî ye. Reşîd wiha got: “Ji destpêkê ve û heta niha em dest ji berxwedana ku me bi rihê Avesta û Barînê dest pê kiribû bernadin û heta pêkanîna hemû armancên xwe û armancên şehîdên azadiyê û heta ku em di bin alên serkeftinê de vegerin Efrînê berxwedana me wê berdewam bike.”…ANHA