Bi minasebeta 20’emîn salvegera komploya navnetewî ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, wê li Silêmanî û navçeyên wê pêşengehên wêneyên Ocalan bên vekirin.
Pêşengeh, ji aliyê Saziya Çand û Hunerê ya Nuger ve bi dirûşmeya “Rêbertiya azad wêneyê azadiyê nîşan dide” hatiye organîzekirin. Ji bo pêşengehê 5 wênesazan bi giştî 22 wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çêkirine.
Pêşangeh wê di navbera 8 û 15’yê Cotmehê de li Silêmanî, Kelar, Kifrî û Ranya bê vekirin. Li gorî agahiyên ku rêveberên Saziya Nûger dane, pêşengeh wê destpêkê li Silêmaniyê bi daxuyaniyekê bê destpêkirin û 2 rojan bidome, piştre jî li navçeyên din bê vekirin…
ROJNEWS
Posta çûyî
Posta tê