Rojnameya Ronahî

Bi hunerên xwe piştigirî dan rizgarkirina Efrînê

Tevgera Çand û Hunerê ya Efrînê bi rêya pêşkêşkirina berhemên xwe yên hunerî piştigirî dan berxwedana serdemê ya gelê Efrînê. Piştî ku Konferansa Rizgarkirina Efrînê hat lidarxistin, Tevgera Çand û Hunerê jî lez da xebatên xwe û 8 rojan çalakiyên hunerî ji gel re pêşkêş kirin.

Tevgera Çand û Hunerê bi rêya pêşkêşkirina berhemên xwe yên hunerî berxwedana gelê Efrînê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk nîşan da.
Piştî bi dawîbûna Konferansa Rizgarkirina Efrînê ya ku di 18`ê Hezîranê de hatibû lidarxistin, Tevgera Çand û Hunerê xebat û çalakiyên xwe xurttir kirin. Di 26`ê Îlonê de li deverên Şehbayê 8 rojan berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin. Bi rêya berhemên xwe berxwedana şêniyên Efrînê, israra rizgarkirina Efrînê, êrîş û kiryarên dagirkerên Tirk û çeteyên girêdayî wê li dijî welatiyên Efrînê vegotin.
Yek ji komên ku hunerên xwe di hefteya çandî de pêşkêş kirin jî Koma Rojava ye. Koma Rojava ji 9 endaman pêk tê. Komê tabloyeke hunerî têkildarî rewşa Efrînê beriya êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêşkêş kir. Strana yekemîn girêdayî projeya neteweya demokratîk bû. A duyemîn li ser bedewiya kantona Efrînê, xweşikiya xwezaya wê û dîroka Kurd li herêmê bû.
Girêdayî mijarê Endamê Rêveber ê Tevgera Çand û Hunerê Henan Seydo wiha got: “Bi rêya tabloya xwe me xwest nameyekê ji raya giştî re bişînin.”
Komên stranan ku hejmara wan 5 bûn (Agirî, Şehîd Berçem, Çiyayê Mîra, Engîzek û hunermendên Efrînê) bi tevlêbûna 36 endaman di Hefteya Çandî de stranên gelêrî û şoreşgerî pêşkêş kirin. Her wiha gelek stranên gelêrî yên li ser dîroka Kurdan a kevanr hatin pêşkêşkirin.
3 komên govendê yên girêdayî Tevgera Çand û Hunerê tev li çalakiyên Hefteya Çandî bûn. Hejmara endamên her sê koman 35 bûn. Gelek govendên kevn pêşkêş kirin.
Endamê Rêveber yê beşa govendê ya girêdayî Tevgera Çand û Hunerê Demhat Xilo wiha axivî: “Di dirêjahiya bi hezaran salan de dijmin xaka me dagir kir, çand û govendên me dizîne û îdia kirin ku ev govend ên wan in. Lê em xwediyên rasteqîn ên van govendan in.”
Her wiha Koma Afirînerên Hêviyê bi şanoyên xwe beşdarî çalakiyên Hefteya Çandî bû. Kom ji 5 endaman pêk tê. Komê 3 şanoyên sembolîk lê bi şêwazeke nû pêşkêş kirin. Şanoya yekem girêdayî dîroka gelê Kurd bû. Her du şanoyên din girêdayî sozdariyê û dilsoziyê bûn.
Endama Rêveber a Beşa Şanoyê ya girêdayî Tevgera Kevana Zêrîn Zeyneb Mihemed wiha got: “Bi rêya her sê şanoyan me xwest nameyekê ji civakê re bişînin ku dijminên gelê Kurd pir in û divê em baldar bin.” Zeyneb destnîşan kir ku armanca wan ew e ku hizirên şanoyê bi awayekî sembolîk bigihînin civakê…ANHA