Rojnameya Ronahî

Li Kobanê şevbêrk hat lidarxistin

Bi armanca ku wêje û hezkirina çîrokan li gel welatiyan ava bikin şevbêrkek li navenda Çand û Hûnerê ya Baqî Xido hate lidarxistin.
Yekitiya Rewşenbîrên kantona Kobanê şevbêrkeke çîrokan li navenda Çand û Hûnerê ya Baqî Xido li dar xist.
Bi dehan endamên saziyan, welatiyên Kobanê û hejmarek çîrovkan tev li şevbêrka çîrokan bûn.
Di şevbêrkê de Endama Komîteya Wêje ya Serêkaniyê Nerîman Evdik çîrokek li ser şervanekî û çîrokek jî li ser jineke berxwedêr vegot. Mamosteyê Wêjeya Kurdî Mazlûm Cimo jî çîrokek li ser şer û yek jî li ser rewşa civakê xwend. Mamost Aras Hiso jî çîroka bi navê “Efrîn ji dayik bûye” xwend…ANHA