Rojnameya Ronahî

Yekîtiya ziman wê rê li ber yekîtiya neteweyî veke

Nivîskar Qendîl Şêzbizînî yê pirtûka wî ya bi navê “Hezar û Yek Peyv” ji Weşanxaneya Sîtavê derket diyar kir ku xebatên serbixwe yên zimanzanên kurd zirarê dide zimanê kurdî û got: “Sazkirina yekitiya ziman wê rê li ber yekîtiya neteweyî veke.”
Pirtûka “Hezar û Yek Peyv” a nivîskar Qendîl Şêzbizînî ku bi naveroka li ser rêziman û ferhenga zimanê amade kiriye ji Weşanxaneya Sîtavê derket. Nivîskar Şêxbizînî ji Hewlêrê ye û Serokê Navenda Çanda Roj û Berdevkê Organîzasyona Roj Medê ya Hewlêrê ye. Şexbizînî li ser yekîtiya neteweyî û ziman axivî. Şêxbizînî behsa armanca ferhengê kir û got: “Armanca min a li ser xebitîna zimanê kurdî ew bû ku ez zaravayên wan nêzî hev bikim.”
Şêxbizînî anî ziman ku ew li ser zimanê kurdî lêkolînan dike û armanca wî ew e xebatên xwe bêtir li ser zimanê kurdî yê berê birêve bibe û got: “Min zimanê kurdî veqetand sê beşan. Yek zimanê kevn, yek jê jî zimanê navberê û yek jê jî zimanê nûjen e. Zimanê berê dibêjin Medî. Ji yê navberê re dibêjin Pehlewanî ye û herêma Hewramî jê re dibêje Palî. Zimanê niha jî Kurmancî, Soranî, Kirmanckî, Kelhorî, Hewremanî ye. Ji van bênc zaravayan pêk tê.”
Şêxbizînî pêk nehatina yekîtiya zimanê kurdî jî nirxand û got: “Her tim mijara nîqaşê ye. Sedemê vê jî ew e ku zimanê kurdî pirr zaravayî ne. Her parçeyek Kurdistan bi zaravayek diaxive. Hem zextên rêveberiya wan dewletan û hem jî ji ber sînor di navbera wan de hatine dayîn kurd nikarin yekîtiya zimanê xwe ava bikin. Astengiya herî mezin jî ew e ku veqetandina zaravayan e. Ji hev dûr dimînin.”
Şêxbizînî da zanîn ku pêdiviya kurdî bi standartbûnê heye û wiha got: “Yekîtî ango em bêjin standartiya navbera zimanê kurdî pirr girîng e. Divê ku ji bo zaravayên kurdî bigîhîjin hev û standartiyek ziman bê sazkirin, hemû zimanzanê kurd li hev kom bibin û xebatan bidin destpêkirin. Lê heke ev nebe wê her aliyek û zaravayê xwe bide ferzkirin.”
YEKITIYA ZIMAN DÊ RÊ LI BER YEKÎTIYÊ VEKE
Şêxbizînî diyar kir ku xebatên serbixwe yên zimanzanên kurd zirarê dide zimanê kurdî û got: “Sazkirina yekitiya ziman dê rê li ber yekîtiya neteweyî veke.”…MA