Rojnameya Ronahî

Tecrîda li Îmraliyê dewama komployê ye

Parêzera Ocalan Ebrû Gunay, diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan berdewamiya “komployê” ye. Gunay, detnîşan kir ku Ocalan bi paradîgmaya xwe hesabên serdestan serobino kiriye.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyê hat derxistin û bi vê yekê re komploya navnetewî dest pê kir û paşê di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyê hat kirin. Ji roja ku hat radestkirin heta niha tê tecrîdkirin. Parêzera Ocalan û Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay komploya navnetewî û tecrîdkirina Ocalan nirxand.
Gunay, bilêv kir ku ji bo qewmînên duh û niha bên fêmkirin divê pêşî pirsa “Ji bo çi komplo hat kirin?” bê bersivandin. Gunay got: “Hem felsefeya PKK’ê hem jî ya Ocalan, ji bo gelan e. Ji ber ku ev felesefe ji bo gelan têdikoşe û berevajî polîtîkaya serdestan a ku hewl dide kurdên xwe biafirîne bû, ji Rojhilata Navîn hat derxistin.”
Gunay, gotina Ocalan a “Ez li Rojhilata Navîn lîstikan xera dikim. Loma ji Rojhilata Navîn hatim derxistin” bi bîr xist.
Gunay, gotinên hin rêvekarên komployê yên DYA’yî bi bîr xistin ku gotin ‘A rast plan ew bû ku em serî bieciqanin û gewdeyê daqurtînin” û ji ber vê tecrîda li Îmraliyê dewama komployê ye.
Gunay got: “komplo bi tecrîda Îmraliyê dewam dike. Ev halê komployê yê rojanekirî ye.”
Gunay, diyar kir ku Ocalan beriya komployê jî li Rojhilata Navîn lîstika serdestan xera dikir û niha jî bi paradîgmaya xwe hesabê serdestan xera dike û got: “Birêz Ocalan ji bi afirandina kurdê azad tev digere. Ji bo gelan tev digere. Niha ev yek li kantonên rojava bi teza wî ya Modernîteya Demokratîk pêk tê. Ev mantiqa avakirina lîstikeke nû ye. Lê rola niha ya serdestan jî, ew e ku vê lîstika ji bo gelan hatiye avakirin xera bike.”
Gunay bal kişand ser CPT, DMME û Konseya Ewropayê ku li hemberî tecrîdê xwe li bêdengiyê datînin û got: “Ewropa li hemberî komployê û tecrîda ku 20 sal in didome xwe li bêdengiyê danî. Ev yek jî li dijî pîvanên hiqûq wan e.”
Herî dawî Gunay, diyar kir ku piştî ku teza Modernîteya Demokratîk a Ocalan pêk bê wê tecrîd ji holê rabe…MA