Rojnameya Ronahî

Rêber Ocalan ji bo hemû gelan li ber xwe dide

Eliya Oglo diyar kir ku dagirkirina Efrînê berdewamiya Komploya 9’ê Cotmehê ye û got, wê komplo bi têkoşîna gelê Kurd negihişt armanca xwe.”
Endama Rêveberiya Pêwendiyên Dîplomasiyê ya Kongreya Star Eliya Oglo derbarê komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivî û diyar kir ku bi komploya navneteweyî hat xwestin bingeha fikra netewa demokratîk bê hilweşandin. Eliya wiha got, “Lê em ê li dijî komployê têkoşîna xwe bidomînin û ji bo parastina fikra netewa demokratîk xebatên xwe berdewam bikin.”
Eliya Oglo diyar kir ku bi milyonan Kurd li dijî komployê li ber xwe didin û wiha dewam kir: “Armanc ew bû ku gelê Kurd û Rêber Apo bi komployê ji hev bên qutkirin û aştî û azadî pêk neyê. Rêber Apo her dem ji bo azadiya hemû gelan li ber xwe da û vê yekê didomîne. Bi rengekî xurt têkoşîna li dijî komployê tê meşandin. Dewletên navneteweyî jî di komployê de hevkarê Tirkiyê ne. Gelê Kurd wê tu carî serê xwe li ber komplogeran netewîne û wê ji bo azadiya Rêberê xwe li ber xwe bide.”
Endama Rêveberiya Pêwendiyên Dîplomasiyê ya Kongreya Star Eliya Oglo da zanîn ku gelê Kurd li dijî komplo û faşîzmê, şoreşên mezin li dar xistine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelê Kurd bi şoreşên mezin li dijî faşîzmê li berxwe daye û li dijî komploya li ser Rêberê Gelê Kurd jî li berxwe dide. Di şexsê Efrînê de xwestin komployê bidomînin. Lê ew ê negihêjin armanca xwe. Bir her cureyên şidetê êrîşî gelê Kurd dikin. Ramanên Rêber Apo wê her zindî bimîne û li dijî komplogeran têkoşîn wê mezintir bibe. Bi komploya navneteweyî hat xwestin ku bingeha fikra netewa demokratîk bê hilweşandin. Lê em ê li dijî komployê têkoşîna xwe bidomînin û ji bo parastina fikra netewa demokratîk xebatên xwe bidomînin.”…JINNEWS