Rojnameya Ronahî

Divê jinên Sûriyê yekîtiya xwe ava bikin

Çalakvana mafên jinan Rîhab Îbrahîm destnîşan kir divê jinên Sûriyê di bin sîwanekî de bên cem hev û divê jin bi rola xwe rabin.
Çalakvan û mafnasa jin a bajarê Tertusê yê Suriyê Rîhab Îbrahîm ku ew jî beşdarî komxebata çalakvan û hiqûqnasên jinên Sûriyê bû, diyar kir ku Meclisa Jinên Sûriyê tevahî jinên Sûriyê kom kirin, ev jî gaveke girîng e.
Rîhab Îbrahîm da zanîn ku di vê demê de pêwîst e her tim jinên Sûriyê di bin banekî de li hev bicivin.
Rîhab diyar kir ku ev komxebat ji bo jinên Sûriyê gelekî girînge û got, “ji bo tevahî jinan û bi taybet jinên Sûriyê ku di pêvajoya şer re derbas dibin ev komxebat girîng e. Ev komxebat wê bibin wesîleya azadiya jinên Sûriyê.”
Rîhab da zanîn ku di komxebata jinan de nîqaş li ser rewşa jinan di zagonên de hate kirin û got, “Jin divê xwedî li mafên xwe derkevin û di bin desthilatdariya civak û zilaman de nemînin.”
Rîhab destnîşan kir ku di rewşeke wekî niha de divê rola jinan neyê paşguhkirin, lidarxistina komxebata jinên Sûriyê pir girîng e û destnîşan kir ku yekitiya jinên Sûriyê wê aloziya Sûriyê çareser bike.
Rîhab Îbrahîm da zanîn ku di komxebatê de wan gelek nîqaş kirin û li ser rola jinan hat sekinandin…ANHA