Rojnameya Ronahî

Çalakiya kon li Helebê bi dawî bû

Çalakiya konvendanê ya ku ji aliyê Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê ve hatibû bi rêxistin kirin bi dawî bû.
Rêxistina Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê 3 bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên konvendanê bi dirûşmeya “Jin ji bo azadiya xwe û Rêber Apo serî hilde” dabû destpêkirin. Çalakî piştî ku sê rojan dewam kir, bi dawî bû.
Di çalakiyên roja dawiyê de şandeyên ji nunerên partiyên siyasî, sivîl, Hêzên Asayîşê û Mala Êzidiyan beşdar bibûn.
Bi navê şandeyên amade bibûn axaftin hatin kirin, di axaftinan de bal hate kişandin li ser giriniya projeya Netewa Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye û hate gotin ku ev proje yekitiya gelan û jiyana hevbeş pêk tîne.
Di axaftinan de hate gotin: “Bi îsrar û berxwedana xwe em soz dikin ku em ê Efrînê û rêberê xwe azad bikin.”
Paşê daxuyaniyek bi zimanê Kurdî û Erebî hate xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Wekî Kongreya Star a Helebê bi dirûşmeya “Jin ji bo azadiya xwe û azadiya Rêber Apo serî hilde” çalakî dabûn destpêkirin. Niha em di salvegera komloya navdewletî ya 9’ê Cotmehê de ne.Rêberê Apo di encama komloyeke navdewletî de ji Sûriyeyê hate derxistin.”
Kongreya Star di daxuyaniyê de bang li hemû jinên cîhanê kir ku têkoşîna xwe ya azadiyê mezin bikin û erka xwe ya li hemberî tecrîda li ser Ocalan û kiryarên ne mirovî yên li Efrînê pêk bînin…ANHA