Rojnameya Ronahî

Dîplomasî

Sîpan CAN

Berî niha bi sedên salan, ji bo hev û din naskirin, qewm û netewên dixwestin di navbera xwe de têkilî û dan û standinan çêkin, yan bi riya bazirganiyê dikarîn welat û xelkên wê nasbikin. Tenê ew rê hebû, her wiha nameyên nivîskî yên bi kevokan dibûn wesîleya agahdarkirin û rgihandina di navber klanan de.
Ev çalakî di dema me ya niha de jêre dibêjin diplomasî. Ev têgeh nûye jêdera vê gotinê latînî ye. Diplom tê wê wateyê ku belgeyekî fermî ye ku di navber du welatan ku peyman û tifaqan îmze dikine ye. Bi gotinek din, diplomasî wesîleya goftugokirina di navber du aliyan, ango du welatan, du kesan, du hêzan…hwd
Li gorî hin danasînan, diplmasî naskirina aliyê din yên meselê ye. Naskirin ji gelek aliyan ve jî tê teyisandin. Naskirina hêz, hizir û zanista aliyên meselê. Em hîna zelaltir bikin. Diplmasî gelek cureyên xwe hene. Leşkerî, siyasî, çandî, zanistî…hwd.
Li Rojavayê Kurdistan her wiha bakur û rojhilatî Sûriyê kîjan diplomasî tê meşandin em hinekî roniyê bidin vê mijarê. Ya girîng ew e divê em zanibin eger ji hemû cureyên diplomasiyê neyên meşandin, ne gengaze ku em bibêjin em diplomasiyek têr û tije didin meşandin. Wê helbet aliyên kêm yên meselê hebin.
Niha ya herî li pêş ku di serdema van çend salên şoreşê de em dibînin. Bi awayekî gelemper diplomasiya tên meşandin a leşkerî ye. Ji destpêka damezrandina YPG û YPJ û her wiha QSD’ê piraniya aliyên din yên meselê ku niha wek kolasiyona navnetewî tê bi navkirin li ser bingehekî ango di bin navê şerê li dijî terorê hevkariya xwe bi hêzên hatine destînaşkirin re didin meşandin. Lewma ev têrê nakê, li gel vê diplomasiya leşkerî eger diplomasiyek têrker ji aliyên çandî û siyasî û her wiha neyên meşandin wê gelek zehmet be ku tecrubeya li vê herêmê bi cîhanê bidin naskirin. Tenê di cîhanê de şoreşa Rojava wek şoreşekî mîlîtarî ku şervanên wê wêrek û bê hempa ne tê meşandin. Dibe ku ev deriyekî li pêş diplomasiyeên din veke; lê di heman demê de em jî nizanin kilîta wan deriyan bi dest xwe bixin û ji hemû aliyên vê mijarê em karibin xwe û şoreşa xwe bidin naskirin.
Eger em diplomasiya Rojava her wiha bakur û rojhilatî Sûriyê baş binirxînin em dikarin van encaman derxînin holê. Di asta leşkerî gotin li ser nabê ji ber ya herî zêde ew tê meşandin. Di milê siyasî de tenê bi yek du kesan ve sînordar e, ango me nikarî siyastemedar biafirandana. Ji aliyên çandî ku lêkolînvan dibêjin ya herî girîng û bi bandora zîro ye. Ji xwe ji milên zanistî û her wekî din jî zîro ye. Yanî, niha piştî heşt salan, di nava saziyan de ewqas kesn ku dikarin semîner, hewlest û şoreşê bidin naskirin heye; lê tenê mîna me gotî bi yek du kesan ve girêdayî maye, ma gelo di vî welatî çiqas rêveberiyên saziyan yên ciwan hene, ku dikarin bi dehê mijar û dosyayan amede bikin û li welatên cîhanê bibin degê gelê xwe. Lê; mixabin, rêveberiya vî welatî ne rol û ne jî îtîbar daye nifişa ciwan ku di demên pêş wê ew bibin rêvebirên vî welatî.