Rojnameya Ronahî

Rûs, Îran û rejîma Sûriyê ne yek in

Ezîz KOYLUOGLU

Rejîma Sûriyê ev demeke weke ku her tîşt safî kirine û dixwaze weke dema berê ku xwe di hemû aliyan de muktedîr didît, tevbgire.
Rejîm naxwaze rewşa niha têdeye bibîne, ne jî 8 salên derbasbûyî. Niha di hemû gotinên xwe de dixwazin bêjin “a derbasbû, bû, êdî em ê wek berê xwe birêxistin bikin.”
Rejîma BAAS ku xwe bi faşîzmê rêxistinkiriye, derveyî xwe kesî qebûl nake. Desteka ji Rûsya û Îranê digre jî, ji bo xwe wek bingeha vê siyasetê bikartîne. Îran û Rûsya jî di bingeh de piştgiriyê nadin vê siyaseta rejîma Sûriyê. Lewre hem Îran hem jî Rûsya êdî wek berê siyaseta rejîma BAAS qebûl nakin. Bi taybet Rûsya êdî gihaştiye wê ferasetê ku rejîma BAAS nikare dewleta Sûriyê birêve bibe. Ji bo wê jî destekê nade siyaseta rejîma Sûriyê. Lê destekê dide hebûna dewleta Sûriyê. Vê yekê ji bo berjewendiyên xwe munasib dibîne
Îran jî weke demdirêj rejîma BAAS li dijî berjewendiyên dibîne. Ji bo wê hebûna Beşar Esad di berjewendiyên xwe de bibîne jî, wek sîstem hebûna BAAS ya xwe li ser nijadperestiya Ereb û Elewîtiya Nasûrî avakiriye ji bo Hîlala Şîî ya dixwaze biparêze wek metirsî dibîne. Îran him dixwaze hebûna xwe ya li Sûriyê dewam bike, him jî di avakirina Sûriyê de bandora xwe xurt bike. Niha di hevdîtinên li Astana/ Soçî û Cenevê de yên bi armanca pêşeroja Sûriyê tê kirin, wê destê xwe xurt bike.
Rejîma BAAS ku niha rêveberiya niha di destê faşîstan de ye, dixwaze bi desteka Rûs û Îran hebûna xwe bidomîne û dewleta Sûriyê li ser yek ziman, yek al, yek netew ava bike. Rejîma BAAS dixwaze dewletek merkezî hişk dîsa li gelên Sûriyê ferz bike. Vê ferzkirinê jî bi zimanek vekirî tîne ziman. Rejîma BAAS dixwaze vê siyaseta xwe ya li ser faşîzmê birêxistin kiriye bi hevkarên xwe Rûs û Îranê jî bide qebûlkirin.
Niha ji bo pêşeroja Sûriyê sê projeyên cûda yên bloka alîgirên rejîmê hene. Rûsya dixwaze Sûriyeke otonom bê avakirin. Rûsya di destûra xwe ya ji bo Sûriyê avakiribû jî, wek madeyeke sereke derxistibû pêş. Di vî alî de Rûs û rejîma Sûriyê ya BAAS di mijara Sûriya pêşerojê de bi nakok in.
Îran jî Sûriyeke ne BAAS dixwaze. Lê desthilatiya Beşar Esad ya Elewî ji bo xwe jiyanî dibîne. Rêjîma Îranê dixwaze dewletek navendî û di mijara rêveberiyên herêmî de hinek nerm esas digre. Siyaseta Îranê jî di vê mijarê de bi rejîma BAAS re bi nakoke.
Rejîma BAAS jî, eşkereye dixwaze dewleta navendî û faşist bidomîne. Lê li Sûriyê dagirkeriya dewleta Tirk ya li Îdlib, Ezaz, Efrîn, Bab û Cerablûs’ê dewam dike. Li gelek herêman dagirkeriya DAIŞ’ê didome. Yekparebûna axa Sûriyê di bin metirsiya rejîma dewleta Tirk de ye. Lê rêjîma Sûriyê hê jî qala dewletek navendî dike.
Hevkarên rejîma Sûriyê wê van nakokiyan çawa çareser bikin û Sûriyeke pêşorojê wê çawa bê avakirin? Di vî alî de jî ne diyar e. Xuya ye wê di dema pêşiya me de nakokiyên hevkarên rejîma Sûriyê zêdetir bibe. Lê projeya çareseriya krîza li Sûriyê danûstendin û Sûriyeke ne navendî ye. Sûriyeke federal û demokratîk ya herî guncav e. Meclîsa Sûriya Demoratîk jî dema bi rejîma Sûriyê û hevkarê wê Rûsyayê re hevdîtinan dikin, wan mijaran eşkere tînin ziman.