Rojnameya Ronahî

Netewa Demokratîk werîsê rizgariyê ye

Idrîs HENAN

Li Rojhilata Navîn pirsgirêkên zihnî bi ser avê dikevin. Ne tezên ku xwe dispêrin tenatiya nirxên Rojhilata Navîn dikarin bi tena xwe bi ser bikevin, ne jî yên rojavayî dikarin li Rojhilata Navîn xwe ferz bikin. Ji bo ku ev yek pêkan be, pêwîstî bi sentezeke ku xwe dispêre zanista rojava û nirxên ruhî yên Rojhilata Navîn (komînalbûyîn, civakbûyîn, exlaq,… hwd) heye. Sentezeke wiha dema ku nûbûyînekê bi xwe re bîne, wê çaxê em dikarin bibêjin ku li Rojhilata Navîn guhertineke cidî çêbûye. Derveyî vê yekê ceribandina tezên biyanî û yên rizî ye.
Ger em bi çavê îro li rûdan û pêşketinên li saha Rojhilata Navîn binêrin, em ê bibînin ku hîna jî qada vê herêmê rûbirûyî herdu xetên guherîna bi zorê û xeta dogma ya ku ji binî de reforman red dike ye. Ango li hemberî herdu xetên liberal û îslama siyasî ye. Aliyê liberal dixwaze vê herêmê li gorî berjewendiya desthilatdariyê ava bike. Aliyên dijber di nav xwe de bihelîne û aliyên rikber jî îzole bike. Îslama siyasî jî ku paradîgmaya xwe naspêre pêşketina zeman û mekan, dixwaze civakê li gorî zihniyeteke ku zêdeyî 1400 sal di ser re derbas bûye bi rê ve bibe. Tişta balkêş, herdu alî jî zihniyeta hev û din bi kar tînin! Aliyê liberal bi dogmatîzma aliyê selefî civakê li ser esasê kolekirinê bi rêxistin dike. Aliyê dîtir jî bi rêbazên zanistî dogmatîzma xwe tekûztir û hişktir dike. Ango herdu alî jî rûyê heman pereyê ne. Paradîgmaya herduyan tevî ku di şêwaz û islûb de cudayî hev in, xwedî yek armancê ne. Ew jî xesibkirina îradeya civakê û li gorî berjewendiya desthilatdariyê avakirina rêveberiyên destpot e.
Niha li Sûriyê şerê van herdu aliyan ya desthilatdariyê diqewime. Di encamê de sîstemên ku dixwazin bi rêbazên berê destpotiya xwe bidomînin têk diçin. Mînakên wê sîstemên dîktator ên Baas, AKP-MHP, Melalî, ixwan mislimîn…hwd in. Ji ber vê nakokiya herdu tezan ku rê nadin senteza gelan, pirsgirêka gelên li vê qadê kûr bûye. Perelelî rikberiya herdu tezan û kûrahiya kirîza ku veguheriya kaos, zemîna şoreşa zihnî li Rojhilata Navîn ava bûye. Ev zemîn bi nakokiyên sîstemên ku xwe dispêrin fikrên perjewendîperest, nijadperest û olperest re, rojane amadetir dibe. Felsefeya Netewa Demokratîk a ku Rêber APO afirandiye di vê zemînê de şaxên xwe berdaye û pêşengtiya şoreşa zihnî li Rojhilata Navîn dike. Senteza Netewa Demokratîk ku li ser hîmên pêvanên ruhî yên exlaqî û metodên zanistê hatiye hunandin, li hemberî herdu tezên me li jor qalê kiriye, tekane riya çareseriya aloziya Rojhilata Navîn e. Ev ne nepixandin û ne jî alîperestî ye. Tam berovajî, pêvajoya aloziya Sûriyê ya nêzî heşt salan e, têkoşîna gelan a li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê nerîna me piştrast dike. Di encama têkoşîna gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, li ser bingehên paradîgmaya jiyana azad û hevbeş vîna gelên Sûriyeyê tevî hemû hewldanên têkbirinê bi ser dikeve. Ev jî xwe dispêre latên ideolojîk ên felesefeya Netewa Demokratîk. Netewa Demokratîk gincawkirina herdu nirxan (zanist û pîvanên ruhî) bi awayekî nû ye. Biserketina şoreşa zihnî li Rojhilata Navîn tê maneye ku wê demokrasiya Rojhilata Navîn a Ewrûpa jî derbas bike. Di heman demê de wê kirzîa destpotên Rojhilata Navîn hê girantir bike. Ancax bi şêwazê xwe gihandina armancan a felsefeya Netewa Demokratîk zihniyeta serkeftî di şexsê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xwe bide ifadekirin. Derveyî vê şêwazê, wê di behra herdu tezên liberal û îslama siyasî de avjeniya mirinê be.