Rojnameya Ronahî

Koçberî

Binevş SARYA

Koçber û penaber du peyvên wisa ne ku di dilê mirov de birînên kûr vedikin û ew birîn ti caran qemûşî nagirin. Her kêliya li pişt xwe binêre, careke din xwîn ji wê birînê tê û dermanê sekinandina vê xwînê jî nîne. Lê ev her du peyv ne xeyalên miro yên jiyanê tenê tine dikin, heman demê paşroja mirov jî hildiweşînin. Heta jiyanê li ber çavê gelek kesan reş dikin û hebûnan tevan bêwate dikin. Di jiyana koçberan de ti caran hevalên wan yên bi salan çênabin. Lewre her roj li ciyekî ye û bi kesên nû re hevalitiyê dike. Cîranên salên kevin di bîranînên wan de nînin. Li ber deriyê wan darek koka wê stûr û bilind nîne. Gulên tovê bi salan li ber koka xwe reşandîn nînin. Lewre koçber in, mala wan li ser pişta wan e. Heta mala wan jî nîne, çend parçe cilên wan û du sê nivînên wan hene. Li malên koçberan pêwîstiyên zêde nînin. Lewre ka wê kengê ji wir werin deranîn ne diyar e. Hestekî xerîb e ku mirov li welatê xwe koçber be. Welatê te hebe lê ne yê te be, wê demê tu her kêliyê dimirî û careke din najî. Kî zane ka çiqas zehmet e dema mirov bi darê zorê ji mala xwe û welatê xwe were derxistin. Ez bawer dikim ku gelên Rojihlata Navîn vê êşê baş zanin.
Ez jî yek ji wan koçberên welatê xwe me, zaroktiya min jî bi koçberiyê û di nava hevalên demkurt de borî. Wê rojê çûbûm ciyekî. Li wir malbatên ji Efrînê koçber bûyîn hebûn. Pêwîstiyên wan yên jiyanê tev pêk hatibûn. Ji bo zarokan dibistanek hatibû vekirin. Zarokên wan li dibistana xwe ya nû bi zimanê dayîka xwe dixwendin. Di navberan de zarok bi dilşadî bi hev re dilîstin. Jixwe ciyê ez lê mêvan, hema li ber dibistanê bû. Di her navberê de bi dengê zarokan re em bêdeng dibûn. Min ew cesaret bi xwe re nedît ku ez derkevim li çavên wan binêrim. Lê min kêm zêde dizanibû ka wê çavên wan ji min re çi bêjin. Piştî du rojan min cesareta xwe kom kir û ez ji hundir derketim. Li ber derî li binê darekê rûniştim û min li wan temaşe kir. Di wê kêliyê de careke din bi wan re bûm penabera li welatê xwe. Min nedixwest li çavên wan binêrim. Lewre min baş zaniya ku li çavên wan binêrim, ezê zarokitiya xwe di çavên wan de zelaltir bibînim. Di wê navê re hevaleke min hat, got ka em biçin, ezê Hesenê şirîn bi te bidim nasîn. Em bi hev re çûn ber deriyê wan. Hesen û biraziya xwe li ber dêrî di nava tozê de dilîstin. Ser û berê Hesen di nava tozê de mabûn. Me her du zarok himbêz kirin û bi destên wan girt bi hev re em hinekî geriyan. Lê min dîsa ew hêz bi xwe re nedît ku li çavên wan binêrim. Destên wan bi qasî dilê wan yê piçûk germ bûn, kenê wan weke wan şirîn û bi hêvî bû. Lê mirovan baş dizanibû ku ew jî dizanin ku ew der ne mala wan e. Dibe ku mezinan ew bi hin xeyalên cuda dabin bawerkirin, lê wan dizanibû ku mala wan ya rast di nava daristanan de ye û hevalên wan yên berê ne ev bûne. Lewre zarokên wir tev cuda dilîstin û her kes bi hevalên xwe yên malbatê re bû. Hevalên wan yên zaroktiyê wê her demekê biguherin û wê bi hin kesên nû re bibin heval, heta vegerin mala xwe ya berê wê gelek hevalên wan yên nû çêbin.