Rojnameya Ronahî

Huner ji bo pêşerojê pêwîste

Rotînda YETKÎNER

Huner ji bo mirovatî paşeroj û pêşeroja xwe bibîne, binase û têbighêje, ji despêka jiyana mirovati heya dema ku em têde dijîn berdewam dike. Vê îdiayê ez nabejim, zanyar, porspî û lêkolînvan û dîrokazan dibêjin. Ez niha pirtuka Andrew collins a bi navê “Gobeklî Tepe” dixwînim. Ev mirovê arkeolog û dîroknas carek din cihanê pêdihesîne ku, warê Kurdistan ji despêka jiyana mirov de buyê cîhê çand û hunerê. Binêrin ger huner neba îro me yê nizaniba ka kijan dem û bi çi awayê jiyana mirovatiyê despêkiriye. Di lêkolînên dîrokî û arkeolojîk de em dinasin û dixwînin ku mirov ji vêya pazde hezar sal berî bi riya hunerê jiyana wan deman û pêşketinê çandî bi riya hunerî raxistiye berçavan. Ger ev hunera wan dema tunebuya, îro me nedizanî ji vê ya çend hezar salan berê, mirovahî di çi rewşê de buye.
Em ji van lêkolînên arkolojî û dîrokî û bi riya hunerên wê demê hatine afirandin têdighêjin. (B.M) 19.000 de li Zagrosan û li Kafkasya çanda Zarzîna hebuye. (B.M) 9600 de li Ruha (Gobeklî Tepe) çandek gelek pêşketî avabuye. (B.M) 8630 de li Anatolya û (B.M) 8500 li Newala Çorî çandek gelek pêşketî hatiye afrandin. Her waha bi riya berhemên hunerî dîroka mirovahî îro tê nasîn.
Mabesta min di vir de ne ku ez bi we dîroka mirovatiyê an jî li ku derê çi hatiye jiyandin bidim nasîn, dixwazim bêjim huner û çand ji bo pêşerojan û ji bo nivşên li du me, mîrata herî bê hempaye û mirovatî bi vê re dikare xwe bighîne demên pêşî.
Tevgera Azadiyê bi hewildan nûvejîna 1984’an rûpelek bi ar û şoreşek bêhempa û civaka di xewa mirinê de şîyarkir û kir peşengê mirovatiyê. Ev şoreş bi cangoritiya keç û xortên leheng pêkhat û hê jî berdewame. Divê me çewa artêşek avakir ji bo ku gelê bi çanda xwe despeka mirovati avakiriye bighêje azadiya bi rûmet, divê bi eynî armance ji bo huner jî tevgerek mezin bihata afrandin.
Li qada hunerê ne ku kesek deng xweş an hinek pêkenok dizane bibe şanoger û an jî hevokên slogan li du hev rêzbike û bibe şaîr bihata avakirin. Divê me çawa li qada gerîlla bi hasasiyetek mezin tim tarz û hacetên nû diafirand û heya em gihiştin tarza fedayitiyê, di qada hunerê de hê ji wê bêtir divê hasasiyet hebuya.
Ger em dixwazin, ev bi deh hezaran cangoriyên ciwan ku ji bo azadiyê xwe fedakirin neyên ji bîrkirin.
Ger em dixwazin, ev keda hevalên pêşeng, gel û hewqas tekoşîna giran bi encam bibe û bighêje dahatuya me.
Ger em dixwazin, bi riya hunera resen ev keda çil salan ku bi keda şehîdan hatiye afirandin bi wate bibe û ev gelê qedîm li ser axa xwe jiyanek azad bijî û berdewam xwe vê bi armancê bide jiyandin, divê em qada hunerê sererast bikin.
Hunerê ji bo pêwistiyên rojane bi kar neynin û ji nêrîna şev û dewetan dûr bixînin.