Rojnameya Ronahî

Di nava civaka Kurd de kast

Sîpan ŞÎNDA

Di dîrokê de her civakê li gor şiklê jiyana xwe ji xwe re pergalek danîye. Ev pergalên henê ji di nava demê de rûniştine û him bûne bingehê têkiliyên jiyana civakî, him ji bûne pergala serdest ya civakê bi revê dibe. Ka bi kurt em berê xwe bidin pergala kastê.
Kast, ji pergala ferq û cudahiyên di nava çînên civakî de dide xwiya kirin re tê gotin. Pergala kastê, li gelik welatan bi şiklên cuda hatiye jiyîn. Lê ya herî tê zanîn û herî hişk hatiye jiyîn pergala kasta Hindistanê ye. Ev pergal her çend ne weke berê hişk û belav be ji, lê niha ji li hinik deverên Hindistanê, Efrîqa, Çînê tê jiyîn. Bingehê pergala kastê li ser zewac û parve kirina meslegan hatiye danîn. Endamên kasta, di nava xwe de dizewicin. Destûr nine kû yek ji kastekê bi endamê kasteke din re bizewice. Herweha meslek girtin ji di nava kastê de tê diyar kirin. Di nava kastan de derbas bûna meslega nine. Di nava civaka Kurd de, her çend ne weke li Hindistanê hişk be ji, lêbelê pergala kastê heye. Di nava Kurdan de çînên weke Mîr, Beg, Axa, Sêx, Seyît, Kurmanc, Xwilam, Xadim hene. Ev çînên henê her yekê di nava wan de ferfq û cudahî çêbîne. Mînak ji kurên Mîran re dibêjin “Mîrza”, ji keçên wan re dibêjin “Sitî”. Di nava van çînan de, jiyana wan gelik ji hev cuda hatiye jiyîn. Mîr û Bega meznatî û serweriya herema kirine, axa mezinatiya êl û eşîra kirine, Sêx û Seyîda xwe li xwendin û olî anînê pêş, Xwilam û Xadiman xizmeta Mîr, Beg, Axa kirine, Kurmanca ji bazirganî, rênçberî, cotyarî û karên din kirine. Emê bi çend mînakan vekin. Di nava civakê de gelik caran ji ber vê kastê “kêmî xwe dîtin” heye. Mînak xwilam û xadiman li ser sifra Mîr, Beg, axayê xwe xwarin nedixwarin. Xizmet dikirin heta xwarina wan ji ber wan radikirin nû wan xwarin dixwarin. Eva çînên serdest di nava xwe de jin dane hevdû, lêbelê keçên xwe nedidan Kurmanca yan ji xwilaman. Bes ewan carna keçên maldarên Kurmanca ji xwe re anîne. Hinek Seyîd niha ji vê diparêzin û dibêjin çênabe kû em keçên xwe bidin ji xeynî Seyîdan. Dîsa ji aliyê olan ve herweha ev rewş heye. Di nava Kurdên Misilman û Êzidî de jin dan û anîn nîne. Strana Kirîvê ji bo vê mînakek berçave. ‘Ji me re bûye sûc, ez misilmanim tu ji êzidiye’. Heya niha ji gelik Kurdên ji herdû olan vê diparêzin hene. Dîsa di straneka Kurdî ya şeran de ev pergala kastê bi awayekî eşkere derdikeve pêş. Strana Ferhoyê Izêr Axa, li ser şerê di navbera Kurdên Misilman û Êzidî de hatiye gotin. Dema di şer de Mamê Qiligî rimekê li caniya Ferho dide û birîndar dike, xwilamê wî Heso tê li ber Ferho Axa peya dibe û dibêje: Bila sere min gorî serê axayê min be, bila caniya min gorî caniya axayê min be… Ferho dibêje Heso nabe…, axa tu cara li caniya xwilaman siwar nabe! Her çend Ferho di nava şer de maye peya ji lê ew dîsa ji dibêje nabe ez li hespê xwilamê xwe siwar bibim. Ji ber kû wî kêmî xwe dibîne.
Raste, îro di nava civaka Kurd de ev pergal hema bêje nemaye. Lê bi temamî ji hole rakirina vê pergalê li dinyayê hêj kêm kêm wê sedsalan bistîne.