Rojnameya Ronahî

Dozgeriya Tirk derbarê 9 wekîlên HDP de fezleke amade kir

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê 9 wekîlên HDP’ê de bi daxwaza “destnedayîna wan bê rakirin” fezleke amade kir.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê 9 wekîlên HDP’ê de 15 fezlekeyên cuda amade kir û ji bo li Meclîsê bê nirxandin ji Wezareta Dadê re şand. Serdozgeriyê bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kirin e” ji ber axaftinan der barê Pervîn Buldan, Ayhan Bîlgen, Ayşe Acar Başaran, Alîcan Onlu, Berdan Ozturk, Bedîa Ozgokçe Ertan, Feleknas Uca, Fîlîz Kerestecîoglu, Kemal Bulbul, Meral Daniş Beştaş, Îmam Taşçier û Nîmetullah Erdogmuş de fezleke amade kir.