Monday, June 16, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Başûrê Kurdistanê û qaşo rêveberiya herêmê

05/10/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Başûrê Kurdistanê û qaşo rêveberiya herêmê
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed SEYDÎ

Sala 1992 di 4 cotmehê de Parlemena başûrê Kurdistanê piştî hilbijartinên heman salê dewleta federe a Kurd li başûrê kurdistanê ragihand.  gavên ber bi statuyekê ve hatin avêtin. Piştî zêdeyî 25 salan rewşa ku heye û dewleta federe ya li başûrê kurdistanê li ber çavaye. Di nava ewqas sal de çi bingeh ji bo statû an jî bingehê herêmeke serbixwe hatiye ava kirin ji bilî parçekirina zêde di nava partî û civakê de.

Li başûr Kurdistanê van aliyên siyasî ji bo gelê kurd û civaka kurd ti carî tiştek pêşkeş nekirin û xizmete jî nekirine, yê ku berovajî vê bibêje gelo li ku jiyan dike.

Em dikarin bibêjin ku xizmet kirin lê ne ji bo Gelê kurd li Başûrê kurdistanê. Ji bo malbatên xwe û hêzên dagirker ên li ser kurdistanê xizmetên baş kirine û bûne begçiyên baş li ber deriyê wan.

Ji sala 2014 ve hilbijartin pêk nehatibûn û hikumeta qaşo ya başûrê kurdistanê ku dema wê li gorî destûr jî qediya bû xwe bi kursiyê de girtibû û serokê herêmê ‘ Mesûdê Berzanî” li ser kursiyê ranedibû, Nedibû rabe li gorî wan, xwe tenê ji bo vê kursiyê didîtin û ev kursî tenê ji bo xwe didîtin. Ê gelo di van salên dawiyê de ku PDK’ê û YNK  xwe partiyên kurdî dibînin ji bo kurdîtiye çikirin. Li Rojavayê Kurdistanê Şoreşê dest pê kir wan bi her awayî êriş kirin. Li başûr li dijî gendelîkarî û diziya dihate kirin gel daket kolanan gefên kuştinê li wan hate xwarin.

Ji wê zêdetir  û sosretir ew e ku rojane dewleta Tirk ya di dijminatiya kurdan û kurdistanê de êdî kes nikare veşêre axa başûrê kurdistanê dide ber bombeya.PDK her xwe davêje hembêza wê û hincetan ji wan êrişan re dibîne û derdixe . Ê hey nizam çi ma hun vê civakê Ehmaq dibînin.

Erê raste civaka başûr kurdistanê dengê xwe zêde dernaxe ji ber ku hêviyeke wan a statuyeke wan çêbibe hebû û ji bo wan xewn û xeyal bû. Dibêjin çawa be jî ew yên mene. Lê heta cihekî sebir û tehemulî heye.

Beriya çend rojan Dîsa hilbijrtin pêk hatin, helwesta gelê başûrê kurdistanê derket holê. Her tişt boykot kirin. Rêjeya ku neçû û dengê xwe nedan ji zedî 50 zêdetir bû. Hin aliyên di rewşa îraq û başûrê kurdistanê de pispor bi navê ku partiya boykot bi ser ket hilbijartina li başûr nirxandin. Yanî partiya Boykot helwesta gel a li hember van hilbijartinan ne û partiyan dizî û gendeliyê yên ku xwe serketî dibînin.

Ji xwe herêma başûrê kurdistanê 2 parçeye ku encamê hilbijartinê çi dibin bila bibin. Yanî YNK’ê çiqas dengan bi dest bixe jî wê nikaribe biçe Hewlêre. PDK’ê jî çiqas dengan bi dest bîne û kursiyan qezenc bike wê nikaribe derbasî Silêmaniyê bibe. Ji ber van hewlestan par di van rojan de ewqas destketiyên gelê kurd li başûrê kurdistaê piştî raferandoma malbata Berzanî radestî hêzên dagirker ên li ser kurdistanê hatin kirin.. lê niha jî derdikevin û tu dibêjî qeyî tiştek nebûye diaxivin. Xwe li dijî dagirkeran bê deng dikin û dibin hevkarê dagirkeran.

lê êdî hêrsa gelê başûrê kurdisatanê gihiştiye sînorê dawiyê û li ber teqandinê ye.. Lê ji ber ku baweriya wan bi ti aliyan heta niha nayê, û ti aliyan ji bo xwe wekî hêviya xilasî û pêşeng nabînin xwe niha bêdeng kirine.

Lê şoreş tê û ji bo Başûrê Kurdistanê şoreşeke Kurdistanî pêwiste êdî..

Post Views: 43
ShareTweetPin

Herî Dawî

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin
NÛÇE

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin

15/06/2025
Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
Êla Omerkan
CIVAK Û JIYAN

Êla Omerkan

15/06/2025
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
CIVAK Û JIYAN

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
Hebûna jin di Şandeya Kurdî de
JIN

Hebûna jin di Şandeya Kurdî de

15/06/2025
XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E
HAJMARA PDF

XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.