Monday, June 16, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hecî Bîrlîk

04/10/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Kerkûk
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk SAKIK

Çawa ku dibêjin her kes nikare bikene û ken karê şoreşgeran e.
Li ser vî rûyî bi hêsanî em vê dibînin.
Çi kenekî bêdewe, çi ji xwe piştrast e, çawa bêtirs û bi heybet e.
hema bêjin gotinên melayê Cizîrî tînin bîra mirov, dil ji min bir dil ji min…
Di sala 1986’ê de li Şirnexê zarokekî Mala Bîrlîk çêbû û navê wî Hecî Loqman danîn.
Di van salan de li Kurdistan dema serhildanan bû. Di newroza sala 1992an de Hacî Loqman 6 salî bû. Di van salan de dewleta tirk ji bo pêşî li vê pêla serhildanan bigire, bi awayekî hovane erişî Kurdistanê kir.
Malbata Bîrlik jî ber zilma dewletê ya salên 90î koçî Mersînê kir. H. Loqman 6 salî bû û li vê derê dibistan xwend.
Piştî ku hin hevalên wî yên mezin ji zanîngehê vegeriyan, li Mersin “Koma Xebatê ya Şirnexê” avakirin û piştî demekê navê komê ji ber berfirehbûna xebatan wek “Komeleya Xebatê ya Şirnexê” guhertin. Meşên protestokirinê, kampanyayên alîkariyê, li dijî çêkirina santralan mitîng, konser lidardixistin.
Sal derbasbûn tevgera azadiyê naskir. Êdî di warê têgihiştina siyasî de gihiştibû û çûyina zanîngehê bêwate dît. Biryar da û derbasî Kurdistanê bû.
Hê tevlî nava tevgera azadiyê nebûbû, navê Siyabend li xwe danî. Wek kû birayê wî dibêje “Xeca wî Kurdistan bû.”
Ji zarokan hezdikir û digot “dive zarok ji bo ku wek me bindest nejîn tekoşînek mezin were dayin.”
Û biryar da tevlî xebatên rêxistinê bû. Di sala 2009an de der heq wî de doz hat vekirin û li her deverê Polîs li wî digeriyan, xwe da alî. Demekê li Mersînê xwe veşart û piştî demekê ku doza wî hat betalkirin, car din vegeriya welat-Şirnexê.
Di vê pêvajoyê de Fîlmek bi navê BARK çêkir û di heman fîlmî de jî leyist.
Di sala 2009an de operasyonên siyasî yê qirkirinê destpêkirin û Hacî Lokman jî di van operasyonan de hat girtin. 2 sal di girtîgehê de ma. Piştî ku hat berdan êdî bi awayekî çalek li her deverê têdikoşiya.
Sal û dem derbasbûn, di sala 2015an de li Kurdistanê li hin herêman berxwedan û rêvebiriyên xweser hatibûn îlankirin.
Li Şirnexê Hacî Lokman jî bi awayekî aktîv di vê berxwedanê de li dijî rejimê têdikoşiya. Dewleta Tirk û hukûmeta AKPê bi hemû hêz û çekên xwe bi ser bajaren ve diçûn. Li bajarê Şirnexê jî heman hovitî hebû.
Di demek waha de 1ê Cotmehê ji xizma Hacî Loqman a parlementera Şirnexê Leyla Bîrlik re mesaj û fotograf hatin.
Di fotograf û dîmenan de cesedê Hacî Lokman yên ku li pîşt panzêrek Polîsan ve girêdayî û tê kaşkirin hebû. Leyla Bîrlîk ev dîmen bi raya giştî re parve kir.
Piştî ku Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş ev Foto dît, Twîtterek waha nivîsîbû. “Bila kes ji bîrnekê, ji bo ku emê jî jibîrnekin”
Di destpêkêde hat înkarkirin, piştre ew dîaloka bêtêlên Polîsan di medya de hatin servîskirin. Li ser vê yekê bi formalîte lêpirsînek hat destpêkirin. Di vê hovitiyê de 2 Tîmên Tayet berpirsyar hatin dîtin. Derheq wan de doz hat vekirin û di demek kûrt de cezayê wan diyar bû. Cezayek bi sûkî dan. 4 meh ji terfîkirinê mehrûm hatin hiştin.
Medya nezikî AKPê jî ji bo vî sucê derveyî mirovahiyê veşêre di nav hewldanan de bû. Bi Fotomontajan dixwest serbûyêrê bigirin.
Bangî Malbatê kirin û malbatê cesedê wî ji morgê girt. Birayê wî Mehmed Bîrlîk dema cesedê wî ji morgê girt bû şahidê hemû hovitiyê.
Li hember vê hovitiyê kurd bi israrbûn. Bi merasimek girseyî cenazê wî li goristana Şirnexê hat definkirin. Hefteyek piştî qetilkirina wî li Enqerê Komkujiyek pêkhat. Berî komkujiyê di meşêde posterê Hecî Bîrlîk û kenê wî li pêş kortejê bû..

Post Views: 44
ShareTweetPin

Herî Dawî

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin
NÛÇE

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin

15/06/2025
Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
Êla Omerkan
CIVAK Û JIYAN

Êla Omerkan

15/06/2025
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
CIVAK Û JIYAN

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
Hebûna jin di Şandeya Kurdî de
JIN

Hebûna jin di Şandeya Kurdî de

15/06/2025
XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E
HAJMARA PDF

XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.