Monday, June 16, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çû seferê hat dîsa kerê berê

04/10/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Jana dîrokî; Bêbextî
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed ŞAHÎN

Piştî ku Erdogan hewla darbeyê 2016’an ji xwe re “Lutfa Xweda” dît û ji bo avakirina pergala desthilatdariya xwe ya yek kesî ya otokratîk nirx û pîvanên gerdûnî, demokrasî, hiqûq û mafên mirov hemû bin pê kir piraniya dewletên cîhanê yên demokrat û nirx parêz deriyên xwe li Erdogan girtin. Otokratîzma Erdogan tenê ew tecrîd nekir di heman demî de aboriya Tirkiyê jî têk bir û bi qeyraneke mezin re rûbirû hişt.
Çend dewletên ku deriyên xwe ji Erdogan re vekirî hiştibûn ew jî dewletên monarşîk û otokratîkên ku ji hêla yek kesî ve tên birêvebirin. Ew derî ber bi dîktatorî, bêedaltî û faşîzmê ve vedibûn. Lewre ji tecrîda Erdogan û qeyrana aborî re nedibûn çarserî. Pêdiviya Erdogan bi deriyeke ku li ser “demokrasî” dinivîse hebû.
Weke her carî careke din dewleta Alman a ku şirîkê hemû sucên dewleta Tirk ên dused salên dawîne û ji ber peymana penaberên Sûriyê bûye dîlê berdestê hikûmeta Erdogan gihîşt hewara desthilatdariya Erdogan. Di nava van sucan de qirkirina civaka Ermen a 1915’an û herî dawîn dagirkirin û qirkirina Efrînê jî di navde qirkirina civaka Kurd a ku 212 sale berdewam dike hene.
Li gel nerazbûna raya gîştiya a ji sedî 80’ê rayedarên Elman Erdogan vexwendin Elmanya û bi merasîma fermî wî pêşwazî kirin. Lê wisa xwiya dike ku vebûna deriya Elmanya wê têrî meşrûkirina pergala desthilatdariya Erdogan a otokratîk neke. Reqne û nerazibûnên ku li dijber çûna Erdogan derketine holê hemû deriyên qada siyaseta cîhana demokrat û nirx parêz li Erdogan girtin.
Civakên Elmanyayê li gel tedbîrên ewlehiyê yên gelek bilind û awarte çalakiyên protestokirinê bê navber berdewam kirin. Erdogan li balafirgehê bi protestoya Rojnamegêrên tixub nenas (RSF) ya bi durişmeya “Erdogan li Kolnê ye Rojnamger di zîndanê de ne” hate pêşwazîkirin. Bi bangewaziya 138 saziyên sivîl li bajarê Kolnê mitînga “Tu bi xêr nehatî Erdogan” hat lidarxistin. Bi rojan çalakiyên gel yên cûrbicûr berdewam kirin.
Li gel protestoyên gel protestoyên siyasetmedar û karzazan jî di asteke bilind de berdewam kirin. Gelek siyasetmedarên Elman vexwendina Serokomarê Elman Steinmeier a xwarina bi Erdogan re red kirin û beşdar nebûn. Serokamar Erdogan xwest bi karsazan re civînek pêk bîne. Civîn bi beşdarbûneke gelek hindik lewaz derbas bû. Gelek karsazên mezin û yên girîng bi hinceta “dema me tune ye” beşdarê civîna Erdogan nebûn.
Di heman demî de çapemeniya Elmanya jî tevilê protestoyan bû. Rojnameya Die Welt bi manşeta “Em Alîgirin” di şexsê rojnameya “Taraf” de desteserkirina rojnameyan dianî bîra Erdogan. Rojnameya Neues Deutschland bi manşeta xwe ya Kurdî “Ne bi xêr tê Erdoğan” qirkirinên li Kurdistanê anîn bîra Erdogan. Nêzikahiya çapemeniya Elman bi gelemperî muxalîf û negatîf bû.
Piştî reaksiyon û bertekên civakên li Elmanya rayedarên dewleta Elman ên ku xwestin Erdogan ji tengasiyê rizgar bikin ew bixwe ketin tengasiyê. Tengasiya wan di ruyê wanê tirş û derûniya wan a bi kelecan û şermok de diyar dibû. Serokomar Steinmeier û serokwezîr Merkel di hemû daxwiyanêyên xweyên hevpar ên bi Erdogan re neçar diman ku bibêjin “em weke Erdogan nafikirin û di navbera me de pirsgirêkên kûr hene”. Ev gotinên wanên liber kamereyan dibûn sedema nerazîbûna Erdogan û nîqaşên weşana zindî.
Merkel neçar ma ku bibêje tenê sê xalan de me lihev kiriye. Ew sê xal, endamtiya NATO’yê, pirsgirêka penaberan û têkoşîna li dijber terorîzmê ne. Ev daxwiyaniya Merkel dihat wê wateya ku di mijarên nû yekîde lihev nekirine û Erdogan bi destê vinkûvala ji Elmanyayê vegeriyaye.
Daxwiyaniyên Erdogan û yên hikûmeta wî berevajiyê vê heqîqetê bûn. Li gel van hemû keresatan kêlî bi kêlî serkeftinên xwe yên bêbingeh radigihandin gel. Li gorî wan her tişt li gorî dilê wan, bi rêkûpêk û bi serkeftina wan bi encam bûye.
Bê guman çapemeniya hewzê jî bi manşetên xwe yên “ Pêşwaziyekirineke Germ”, “Li Berlînê Bihara duyemîn”, “Bi Ewropayê re serdemeke nû”, “Welatê me ji nû ve di rêya reformande ye” ku ji yek navendî dihatin diyarkirin heqîqeta çapemeniya Elman berevajî dikir û bi yek dengî serkeftinên tunebûyî radigihandin gel.
Di vê serdanê de şêrê herî dijwar di navbera derew û heqîqetê de bû. Lê yek gotineke pêşiyan têrî vegotina vê serdanê dike. Çû seferê hat dîsa kerê berê.

Post Views: 55
ShareTweetPin

Herî Dawî

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin
NÛÇE

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin

15/06/2025
Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
Êla Omerkan
CIVAK Û JIYAN

Êla Omerkan

15/06/2025
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
CIVAK Û JIYAN

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
Hebûna jin di Şandeya Kurdî de
JIN

Hebûna jin di Şandeya Kurdî de

15/06/2025
XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E
HAJMARA PDF

XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.