Berdevkê YNK’ê Sedî Pîrê diyar kir ku wê mijara serokkomariya Iraqê li Parlamentoyê zelal bibe û got; “Ti lihevkirina me û PDK’ê li ser mijara serokkomariyê çênebûye. Ger walitiya Kerkûkê jî ji bo Kurdan be, wê ji bo YNK’ê be.”
Di 27’ê Îlonê de Parlamentoya Iraqê biryar hat girtin ku di 2’ê Cotmehê de hilbijartina serokkomariya Iraqê bê kirin. Lê heya niha YNK û PDK li ser namzetek lihev nekirine. Herdû aliyan jî namzetên xwe yên serokkomariyê diyar kirine.
Li ser vê yekê berdevkê YNK’ê Sedî Ehmed Pîrê anî ziman ku ew erk para YNK’ê ye û wê li Parlamentoya Iraqê bê zelalkirin.
Pîrê da zanîn ku ti lihevhatinek di navbera wan û PDK’ê de, li ser erkê serokkomariyê çênebûye.
PDK daxwaza walitiya Kerkûkê jî dike, lê berdevkê YNK’ê balkêşa ser vê yekê jî got; “Ger erkê walitiya Kerkûkê ji bo Kurdan be, ev ji bo YNK’ê ye.”…ROJNEWS