Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Melevan Resûl; Aşiqê zimanê kurdî

30/04/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Melevan Resûl; Aşiqê zimanê kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/Dêrik

Nivîskar Melevan Resûl diyar kir ku wî  ciwaniya peyva kurdî di çîrok û çîvanokên kevneşopiya kurdî ji devê dayîk û xwîşka xwe ya mezin bihîstin, roj bi roj heskirina ziman û çanda devokî di dilê wî de mezin bû û bû aşiqê zimanê xwe.

Nivîskarê kurd Melevan Resûl di sala 1960’î li gundê Hemze Begê yê girêdayî bajarê Dêrikê jidayîk bûye, wî xwendina xwe ya seretayî, navîn û amedeyî qedand  û  bidawî kir û xwendina xwe a fakolte li bajarên cûrbicûr yên Sûrî derbas kir, di wan qûnaxan de tevlî xebatên ramyarî dibû û herdem ew ji bo wêjeya kurdî li pêş bû.

Di derbarê jiyan, kar û xebatên xwe de, nivîskarê kurd Melevan Resûl kirî ji Rojnameya me re axivî.

Xebata wêjeyî

Melevan Resûl da zanîn ku wî di salên 1980’î de dest bi nivîsandina helbestê kir û wiha got: “Naskirina min ji gelek helbestvanên wekî Seydayî Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj re hebû, min berê xwe da helbesta kilasîk û roj bi roj hînî terazûya helbesta bûm, lê helbestê ez têr nekirim, lewma min berê xwe da nivîsandina gotar, pexşan, şano û vekolînên wêjeya kurdî. Piraniya nivîsên min bi zimanê kurdî ne û beşek bi zimanê Erebî jî hene, min nivîsên xwe di dezgehên ragihandin, rûpelên rojname û kovarên kurdî û weşana elktronî de belav kirine.”

Kar û xebatên Melevan Resûl

Resûl diyar kir ku wî gelek kar û xebat dane meşandin û wiha got: “Heta niha min 6 dîwan ji helbestên kevneşop û nûjen nivîsandine. 65 şano û sikêtiş nivîsandine û 3 celeb li ber çapê ne. Min lêkolîn bi zimanê kurdî û erebî kirin. Di heman demê de Pirtûkek xwerû bi zimanê Erebî bi navê ‘Fî Zehmet Elkelwan wel Belot’ li ber çapê ye û Çîrok 2 celeb ew jî li ber çapê ne. Herwiha Pêtirî 300 gotarî bi zimanê kurdî û erebî piraniya wan hatine weşandin. Min pêşkêşvanî jî kiriye û nêzî 285 xelekî bi niviskar û ronakbîran kişandiye. Avakirina dezgehên radiyo, Tv û ragihandina azad li Rojava. Di heman demê de lêkolîn û ravekirina navdar û mîrnişînên kurd, 13 vekolînên berfereh wekî belgefilim ji bo TV hatine tomar kirin û weşandin, bi navê Şopên Dîroka kurdistanê.  3 celeb ji vekolînên ramyarî bi zimanê Erebî jî nivîsîne û hejmarek berfereh ji nivîsên torevanî û semînerên wêjeyî û hîn jî berdewam dikim. Di heman demê de pirtûkek bi zimanê Erebî li ser jiyana Şehîd Polat Herekol nivîsadiye. Heftane min nivîs di kovar û rojnamegeriya kurdî de dinvîsandin wek; Serxwebûn, Rojda, Rewşenbîr, Şermola, Sîwan, Destar, Dicle, Sorgul, Ronahî û Ajansa ANHA de. Xebatek berfereh di avakirina Sazî û Yekîtiyên Rewşenbîrî û Wêjeyî li Rojavayê Kurdistanê kiriye. Di heman demê de beşdar gelek aheng û festîvalan li Rojava û ji derveyî welat bûme. Her wiha çavdêr, rexnevan û sererastkirina gelek berhemên nivîskarên kurd di warê rastnivîs û rêzimanî de kiriye û heya niha jî berdewam im û komxebatên ziman û wêjeya kurdî didim.”

Berhemên çapkirî

Resûl di berdewamiya axaftinên xwe de wiha got: “3 dîwanên helbestî bi navê Aram, Arîn û Çirîsk hatine çapkirine. Di heman demê de şanoyên bi navê Cihê Hêvî û daxwazan û Qevdek Kezî jî hatin çapkirin. Çîroka bi navê Reş wê werin ser sorgulan û di heman demê de 3celeb ji gotar û nivîsên ronakbîrî jî hatine çapkirin. Her wiha 13 babet, dukomenter û belgefilim ji Hilweşîna mîrnişînên kurdî. Di heman demê de bi zimanê erebî jî nirxandin û lêkolînên ramyarî û wêjeyî jî hetine çapkirin. Gelek berhemên min bi zimanê Erebî û Kurdî jî hîn reşnivîsin, lê ji ber kêmderfetiyê nehatin e çapkirin.”

Xelatên ku Melevan Resûl bi dest xistine

 Nivîskar Melevan Resûl axaftinên xwe bidawî kir û wiha got: “Min cihê xwe di piraniya ahing û fistîvalên hunerî û wêjeyî de girtiye. Her weha min hejmarek xelatên wêjevaniyê jî wergirtin e, xelata mehrecana 14’an a helbesta kurdî li Sûriye, xelata navenda zimanê kurdî, xelata saziya zimanê kurdî, xelata saziya hînkirin û perwerdeya zimanê kurdî, saziya Dicle ya rewşenbîrî. Her wiha  sertefîka şanaziyê ji enistato, sandîke û navendên lêkolîna wêjeyî ya kurdî xelat wegirtine, xelatên herêmî ji partî, kesayet, navdarên ronakbîr, sazî û rêxistinên navçeyî bi dest xistine. Giraniya xebata min di 12 salên dawî de di çêkirina bernameyên ronakbîrî di TV û Radiyoyê de li pêşin û hîna berdewam in.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.