Rojnameya Ronahî

Jinên Tirafîkê di rêxistinkirina rêde rolek girîng dilîzin

Ferîşte NEZÎR

Ji destpêka şoreşa Bakurê Sûriyê de têkoşîna jinan li hemberî hişmendiya desthilatdar a paşverû ya ku bi hezarê salan li ser jinê dihate kirin derkete holê. Ku di encama vê tekoşîn û berxwedanê de jina kurd di hemû qadên jiyanê de rolek bingehîn lîst. Dema ku jin di qada leşkerî de bû pêşng ew hişmendiyên paşverû ji hêz û baweriya wê matmayî man, yek ji van qadan jî Trafîka Polîsê ye ku erka wan riyên wesayitan bi rêxistin bikin û pêkanîna zagonên trafîkê û kesên ku rêgezên tirafîkê binpê dikin ceza bibirin, da ku ewlehiya hemwelatiyan bi parêzin.

Bi vîn astengî derbas kirin

Têkîldarê mijarê Rojnameya Ronahî serdana Trafîkê kir û hevdîtin bi Endma Tirafîkê Nîroz Issa re kir û Nîroz diyar kir ku di destpêka avakirinê de rastî zehmetiyan hatin û wiha got: “Dema ku ajoker û welatî di dîtin ku jin rê û wesayîtan kontrol dike nedipejirandin, taybet jî kesên ku derveyî herêmê ku cara yekemîn dibînin jin tirafîkê bi rêve dibe matmayî diman; ji bo wê jî emê rastî zehmetiyan dihatin. Lê me biryar dabû ku ji bo parstina welehiya welatiyan her xebat li gorî pirensîb û perspêktîfên hayê bidin meşandin û wiha jî em ev zehmetî bi vîna xwe derba skir, her wiha dema em rastî pirsgirêkek kur tên da ku bi rengekî lez çareser bikin agahiyê rêvebiryê dikin.”

Nîroz anî ziman ku tevlî bûna jin ji tirafî kê re gavek şikandina qalibê hişmendiya mêr bû û wiha got: “Avêtina vê gaveê dibe ku me zehmetî dît, bi vîn û tekoşînê ew qalibê civakê şikand. Û jina kurdî di trafîkê de mînahemû qadên din xwe îsbat kir ku di hemû war û zehmetiyan de jî dikare xizmet û parastina civaka xwe bike. Nîroz wiha bi dawî kir: “Bi hêvîme ku tevlî bûna jinan ji tirafîkê re zêde bê, da ku em ew qalibê sedsaln bişkînin û her Ji bo parastina welat û gelê xwe ji fewdalîzmê pêwîste ku em asta xebat û tekoşîna xwe bilind tibikin.”

Emê soza xwe pêk bînin

Endama Navenda Veguhestinê Jiyan Silêman jî anî ziman ku ne tiştî şerme ku jin xizmeta welatê xwe bike berevajî serbilindahiye û wiha dom kir: “Ez kêfxwş û serbilindim ku bi hevalên xwe re xizmeta welatê xwe dikin, raste di dema pêş de ji ber hişmendiya civakê rastî hind astengiyan hatin, lê derbas kir. Ku niha êdî gel jî bi karê me kêfxweşin û ji bo xizmeta welatê xwe çi kar be amedene ku bikin. Ji ber jin ji destpêka şorê de erka rêvebirina civakê daye ser milê xwe, hêdî hêdî em vê erkî pêk tînin.”

Jjyan tekez kir ku jin û mêr bi yek helwestî xebat dikin û wiha bi dawî kir: “Bi saya şoreş û netewa dîmokratîk êdî jin û mêr di hemû qadan de yek milî xebat dikin, heye ku jin di gelek milan de jê pêtir pêşketiye.”

Endama Tirafîkê beşa Darayî Şervîn Hisên got: “Jinên di xebatê Tirafîkê de li kêleka rêxistinkirina rê û wesayîtan jî xebatên wekî arşîv, darayî, nopêtên ser bendên kontrolê jî dikin, her wiha li hemû binpêkirinên ku ajoker dike muxalefan dibirînin. Di heman demê de perwerdeyên îdyolîjî, leşkerî  û rê û rêbazên danûstendina bi kesên serdna navend û bîroyê dikin dibin”.

Şervîn bi bang axaftina xwe bi dawî kir: “Raste erka me ya serke rêxistinkirina rê û wesayîtane, lê da ku bi renegkî baş û lez bê rêxistinkirin pêwîste ku gel û ajoker jî bi mere alîkar bin.”